Li Enqerê pirtûka Gotinên Pêşiyan hat çapkirin

16-10-2020
Şewket Herkî
Şewket Herkî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li bajarê Enqerê yê Tirkiyê pirtûkekî 4 cildî li ser gotinên pêşiyan û bav û kalan bi navê Gotinên Pêşiyan hat çapkirin. 50 hezar gotinên pêşiyan di wan 4 cildan de hene.

Gotinan Pêşiyan ji aliyê nivîskar û lêkolîner Mehmet Oncu ve hate amadekirin û ji aliyê Weşanaxeneya Sîtavê ve hate belavkirin.

Ev ferhenga herî mezin û berfireh a gotinên pêşîyan e. 50 hezar gotinên pêşiyan di vê berhemê de cih digirin. Ji van nêzîkî 30 hezar gotinan ji hêla nivîskar Mehmet Oncu ve ji qadê hatine berhevkirin. 

Berhem ji 4 cildan pêk tê. Her cildek di navbera 1214 û 1248 rûpelan e.

Gotinên pêşîyan li gor beşên wan beş beş ji hev hatine cudakirin. Bi giştî ji 235 beşan pêk tê. Mînak: Gotinên pêşîyan yên li ser jinan, gotinên pêşîyan yên li ser mêrxazîyê, gotinên pêşîyan yên qencî û xirabîyê û hwd.

Di berhemê de zêdetirî 2 hezaran çîrokên gotinên pêşiyan cih digirin.

Di berhemê de zêdetirî 4 hezar peyvên ku zêde nayên zanîn, an jî di ferhengan de cih nagirin bi dîpnotan hatine şîrovekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst