Kurd herî zêde ji kîjan hunermendî hez dikin?

18-12-2023
Nîşan Kurd Hunermend Torên Civakî Lêkolîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî lêkolîna Navenda Lêkolînên Kurdan, Kurd herî zêde ji Ahmet Kaya hez dikin.

Navenda Lêkolînên Kurdan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li ser bikaranîna Kurdan a torên civakî û hunermendên ku Kurd ji wan hez dikin lêkolînek kir.

Ahmet Kaya yekemîn e

Li gorî encamên lêkolînê yên di Gazete Duvarê de, Kurd bi dorê herî zêde ji Ahmet Kaya, Şivan Perwer û Ciwan Haco hez dikin.

Herwiha salên dawiyê bandora Mem Ararat û Aynur Doganê ya di nava ciwanan de zêde dibe.

Li aliyê din, Kurd herî zêde Instagramê bi kar tînin.

Li gorî lêkolînê Kurd bi rêjeya ji sedî 76an herî zêde Instagramê bi kar tînin.

Piştî Instagramê bi rêjeya ji sedî 35an X (Twitter) te.

Li aliyê din, di nava Kurdên Bakurê Kurdistanê de bikaranîna Tiktokê jî zêde dibe.

Rêjeya bikaranîna Tiktokê ji sedî 10-15an derketiye ji sedî 25an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst