Hewlêr (Rûdaw) - Belgefîlma muzîkal “Welatê Min”, bi helbestên helbestvan Mueyed Teyib û bi senaryoya nivîskar û rojnamevan Ehmed Zawîtî, dîroka sed salên Kurdistanê bi şêweyekî pexşan û stran bi hev ve girê dide û vedibêje.
Helbestvan Hekîm Sefqan ji Rojavayê Kurdistanê tekstê dibêje, hunermend Hesen Şerîf ji Başûrê Kurdistanê, hunermend Beser Şahîn ji Bakurê Kurdistanê, hunermend Kawa ji Bakurê Kurdistanê, hunermend Firmêsk ji Rojhilatê Kurdisanê stran û temsîlê encam didin.
Fikrî Berojî, produserê belgefîlmê ye. Şînwar Kemal, derhêner e. Hakan Akay, karê deng û muzîkê kiriye.
Berhemhênerê belgefîlmê Yaneya Hespsiwarî “Ketîne” ye.
Ev belgefîlmê muzîkal, li gel tevgerên balkêş ên hespên Kurdistan û sirûşta Kurdistanê, wê dîrokê vedigerîne. Berhemanîna vê belgefîlma muzîkal di heyama salekê de hatiye temamkirin ji bo ku Kurdistan bi hemû werzên xwe û bi bergê zîvînî yê berfînî ve bê nîşandan.
Derhêner Ehmed Zawîteyî ji Rûdawê re got ku piştî yekemîn belgefîlma li ser reva dayikekê ku du sal berê li ser Rûdaw TVyê hate weşandin, wan biryar dane ku belgefîlmek wiha amade bikin.
Ehmed Zawîteyî got: “Me fikra belgefîlmê ji Karwan Barzanî serokê Klûba Ketîne ku yek ji klûbên hespsiwarî yên Hewlêrê ye wergirt. Wî pêşniyar kir ku em belgefîlmek li ser dîroka Kurdistanê bikişînin û fîlmek ku hesp jî di nav de hebin çêkin. Bêguman nivîsek wêjeyî nivîsandin û wê nivîse ji bo veguherînin senaryoyê gelek wextê me stend. Herwiha tomarkirina dîmenên jî pir girîng e, divê her herketek bê xeyal bikin.”
Çêkerê belgefîlmê Fîkrî Berojî jî anî ziman ku ji bo amadekirina fîlmê ji serpêhatiyên hunermend Hekîm Sefqan sûdê wergirtine
Zawîteyî diyar kir ku dema nivîsandiyê sûdê ji helbestên helbestvan Mueyed Teyîb wergirtiye.
Berojî û Zawîteyî ragihandin ku hespan jî di belgefîlmê de cihek giring hebûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse