Hewlêr (Rûdaw) - Navenda çand û hunerê Wêjegeh Amed, bernameya xwe ya meha kanûna paşîn eşkere kir.
Di bernameyê de ji muzîk û dîroka Kubayê heta romana Kurdî û lêkolînên sosyolojîk ên li ser eşîran, mijarên cihêreng hene.
Wêjegeh Amedê ji bo meha yekem a sala nû sê çalakiyên girîng amade kirine ku dê di navbera 9 û 14ê Kanûna Paşîn de bên lidarxistin.
Di van çalakiyan de akademîsyen Henry MacCarthy, nivîskar Mehmet Mahsum Oral û lêkolîner Şerefxan Cizîrî dê bi xwendevan û hezkiriyên hunerê re werin gel hev.
Muzîka Karayîbê û nasnameya neteweyî
Çalakiya yekem a bernameyê 9ê Kanûna Paşîn saet 18:00an de bi sernavê "Muzîka Karayîbê ya Postkolonyal Çi Ji Me Re Dibêje?" tê lidarxistin.
Mêvanê vê kargeha çandî Henry MacCarthy ye û moderasyona wê jî Ovgu Gokçe dike.
Henry MacCarthyê ku niha li Zanîngeha Texasê wekî serokê beşa Şano û Dansê kar dike û ji bo derhêneriya lîstika "Qedera Oîdîpûs" li Amedê ye, dê li ser "Zarzuela"yê biaxive.
Zarzuela ku cureyekî şanoya muzîkal e û koka xwe ji Spanyayê digire, li Kubayê bûye amûreke girîng a avakirina nasnameya neteweyî.
MacCarthy dê şirove bike bê ka hunermendan çawa ev cure ji bo nirxandina paşeroja mêtingeriyê û avakirina nasnameyeke resen a Kubayê bi kar aniye.
Romana nû ya Mehmet Mahsum Oral
Di çarçoveya "Roja Nivîskar" de, 10ê Kanûna Paşîn saet 18:00an de nivîskar Mehmet Mahsum Oral dê romana xwe ya nû bide nasîn.
Oralê ku berê bi berhemên xwe yên "Bi Barbaran Li Hêviyê Man" û "Hinek Bayên Berketiyê Malan" dihat naskirin, vê carê bi romana " Di Nuxma Şevê De Deqa Tavê " derdikeve pêşberî xwendevanan.
Di vê çalakiyê de, Mehmet Mahsum Oral dê li ser romana xwe ya dawî ku tê de mijarên wekî bajarê modern, meş, nêrîn û ziman tên hûnandin, bi Seçkin Arslan re hevpeyvînekê bike.
.jpeg)
Lêkolîneke berfireh li ser Eşîra Omeriyan
Çalakiya dawî ya bernameyê 14ê Kanûna Paşîn saet 18:00an de tê lidarxistin.
Nivîskar Şerefxan Cizîrî dê pirtûka xwe ya lêkolînê ya bi navê "Omerîya Mîrsom" binirxîne.
Ev pirtûk ku ji Weşanên Lîsê derketiye, li ser Eşîra Omeriyan a Mêrdînê lêkolîneke berfireh e.
Cizîrî di vê xebatê de bi nêzîkatiyeke navdîsîplînî, ji antropolojiyê heta dîroka devkî, mijara eşîrtiyê dinirxîne.
Di pirtûkê de erdnîgarî, nasname, têkiliyên nav eşîrê û portreyên kesayetên naskirî yên eşîrê cih digirin.
Suphî Îzolê ku li ser avahiya eşîrên Kurd xebatan dimeşîne, dê moderatorya vê bernameyê bike.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse