Hewlêr (Rûdaw) - Neviyekî helbestvanê navdar ê Kurd Seydayê Tîrêj, li ser navê malbata xwe dilgiraniya xwe anî ziman ku helbestên Seydayê Tîrêj bi navê kesên din tên belavkirin.
Mehmûd Îbrahîmê neviyê Seydayê Tîrêj ji Rûdawê re ragihand ku malbat ji ber ku di berheman de navê helbestvan nayê nivîsandin û li şûna wî navê kesên din li helbestên wî tê kirin, dilgiran e.
Mehmûd Îbrahîm amaje bi wê yekê jî kir ku çend caran helbestên Seydayê Tîrêj ji aliyê hunermendan ve hatine bikaranîn lê navê kesên din li kêleka wan hatiye nivîsandin.
Helbesta Seydayê Tîrêj a bi navê "Aştîxwaz im" a ji dîwana "Xelat", ji aliyê hunermendên Bakurê Kurdistanê Firat Med û Dilovan ve hatiye bikaranîn û navê "Dilbirîn" wekî nivîskarê helbestê hatiye nivîsandin.
Rûdaw pêywendî bi hunermend Firat Med re danî û wî got ku ji aliyê malbata helbestvan ve pêywendî pê re hatiye danîn û ew li ser vê mijarê hatiye agahdarkirin.
Firat Med da zanîn ku berê helbest ji aliyê hunermend Dilovan ve hatibû gotin û wî jî heman stran ji nû ve gotiye û navê awazsaz û nivîskarê helbestê wekî xwe nivîsiye.
Firat Med diyar kir ku wî ji malbatê re gotiye, eger ew piştrast bikin ku helbest a Seydayê Tîrêj e, ti pirsgirêka wî nîne û dê li ser kanala xwe ya YouTubeyê wê xeletiyê sererast bike.
Seydayê Tîrêj sala 1923yan li gundê Necmê yê parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê ve ji dayîk bûye û 23yê Adara 2002yan koça dawî kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse