Zaxo (Rûdaw) – Hunerdostê Zaxoyî Bavê Mêvan di hunera Kurdî de ew li gel gelek hunermendên Kurdistanê xwedî bîrahtin û serborî ye û bi taybetî jî ligel Mihemed Arif Cizîrî. Wî li mala xwe odeyek ji bo arşîvkirina berhemên Mihemed Arif Cizîrî terxan kiriye û ji malbata xwe ji daxwaz dike ku piştî wî wê arşîvê biparêzin.
Bavê Mêvan hezkirina wî ew qas li hemberî Mihemed Arif Cizîrî zêde ye heta ku navê 10 zarokên xwe ji stranên wî wergirtine.
Hunerdost Bavê Mêvan dibêje: “Sala 1991 em çûn Bilehê û min kasêtên Mihemed Arif Cizîrî xistin di nav telîsekê de û ligel xwe birin û yên hunermendên jî li baxçe veşartin.”
Di sala 1955an de li navçeya Zaxo teyipek peywendiya Bavê Mêvanî ligel Mihemed Arif Cizîrî xurt dike û ew şev heta sibê dengê Mihemed Arif Cizîrî tomar dike.
Bavê Mêvan got: “Bi tenê dema nimêje ez dengê Mihemed Arif Cizîrî temirînim û heta sibê guhdariya wî dikim.
Bavê Mêvanî heta niha zêdeyî 1000 demjimêrên dengê Mihemed Arif Cizîrî li ba xwe kom kiriye û bi gotina wî ji wan jî 30 demjimêr kesê heta niha guhdar nekiriye. Bavê Mêvan li zarok û neviyên xwe kiriye wesyet kiriye piştî wî arşîva Mihemed Arif Cizîrî biparêzin.
Ji ber vê helwesta xwedîlêderketina berhemên Mihemed Arif Cizîrî, Rêveberiya Rewşenberiya Hunerî û Sendîkaya Hunermendên Zaxo, xelatê rêzlîananê didin Bavê Mêvanî.
Stranbêj Hacî Zaxoyî jî dibêje berê strangotin şerm bû, lê piştre bi saya kesên weke Bavê Mêvanî arşîva muzika Kurdî çêbûye.
Hunermend Semîr Zaxoyî jî da zanîn ku Bavê Mêvan bi teyba xwe xizmeta gelek hunermenda kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse