Şehrîbana Kurdî dê li Zaxoyê Konserekê bide: 3 stranên nû hene

28-04-2025
RÛDAW
Hunermed Şehrîbana Kurdî /Wêne: Rûdaw
Hunermed Şehrîbana Kurdî /Wêne: Rûdaw
Nîşan Şehrîbana Kurdî Zaxo Konser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda Kurd Şehrîbana Kurdî dê di çarçoveya Festîvala Şelûşepik û Cilûbergên Kurdî yên Kevneşopî de li Zaxoyê konserekê bide.

Şehrîbana Kurdî her wiha dê 3 stranên xwe yên nû jî bi guhdar û hezkiriyên xwe re parve bike.

Li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê dê di navbera 29-30ê Nîsana 2025an de 3yemîn Festîvala Şelûşepik û Cilûbergên Kurdî yên Kevneşopî were lidarxistin.

Hunermenda Kurd Şehrîbana Kurdî jî dê beşdarî festîvalê bibe û konserekê pêşkêş bike.

Şehrîbana Kurdî di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê re ragihand ku ev cara duyem e ku diçe Zaxoyê û bi bîr anî ku serdana wê ya yekem berê bi 10 salan bûye û wê hingê bajar wekî gundekî biçûk xuya dikir.

Şehrîbana Kurdî anî zimên ku ew bi bipêşketinên li Zaxoyê gelekî dilxweş e.

Festîval dê li dora Pira Delal a navdar a li Zaxoyê were lidarxistin.

Şehrîbana Kurdî spasiya xwe pêşkêşî organîzatorên festîvalê kir û got ku ew dê stranên xwe yên nû cara yekem li Zaxoyê pêşkêş bike.

Hunermendê diyar kir ku di çarçoveya projeyên hunerî de 3 stranên wê yên nû amade ne ku bên weşandin.

Wê her wiha got ku ew plan dike ku di Hezîrana 2025an de li bajarê Stuttgartê yê Almanyayê konserekê pêşkêş bike.

Şehrîbana Kurdî her wiha bi bîr anî ku wê berê stranên Eyaz Zaxoyî û Erdawan Zaxoyî pêşkêş kirine û got ku ew di vê serdana xwe de dixwaze li ser stranên folklorîk ên Zaxoyê xebatên nû bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst