Ciwan Haco dê li Başûrê Kurdistanê 3 konseran bide

19-10-2025
RÛDAW
Nîşan Ciwan Haco Konser Zaxo Dihok Çiyayê Korekê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Ciwan Haco, dê vê mehê li Başûrê Kurdistanê 3 konsertên mezin bide.

Konser dê li Dihok, Zaxo û li Çiyayê Korekê bên lidarxistin.

Rûdaw û Korek Telekom sponsorên sereke ne

Konserên hunermendê navdar bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê û Korek Telekomê tên lidarxistin.

Ciwan Haco banga beşdariyê li hezkiriyên xwe kir

Ciwan Haco, bi belavkirina peyameke vîdeoyî, banga beşdariyê li hezkiriyên xwe kir ji bo konserên wî yên ku dê di demeke nêzîk de li Başûrê Kurdistanê bên lidarxistin.

Cih û dema konseran

Bernameya konseran a Ciwan Haco wiha ye:

  • Dihok: 26ê Cotmeha 2025an, li Parka Newrozê (Saet 16:00)
  • Zaxo: 27ê Cotmeha 2025an, li Pira Delal (Saet 16:00)
  • Çiyayê Korekê: 28ê Cotmeha 2025an, li Otela Radisson Blu (Saet 16:00)
  •  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst