Pêşangeha Contemporary Istanbul hat vekirin: Em dixwazin bûrjûwaziyeke Kurd biafirînin

29-09-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Pêşangeha Contemporary Istanbul Kurd Amed Sezgîn Tanrîkulu
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Contemporary Istanbul ku êdî li cîhanê navnîşaneke dêwendam a hunerî ye îsal careke din bi kelecan û haziriyeke mezin dest pê kir.

Ji dehan welatan bi sedan hunermend û bi hezaran hunerhez ji bo ku vê şahiya hunerê bibînin li Stenbolê ne.

Berhemên ciyawaz û balkêş ji her beşên hunerê li keviya Halîçê têne pêşandan û bi maweya çend rojan Stenbol bûye navendeke hunerê.

Îsal ji Amedê jî galeriyek beşdarî vê dîdara mezin bûye û bi taybetî bo hunermendên ciwan rêya pêşerojeke bi çirûsk êdî di nava vê çalakiyê re derbas dibe.

Ji çar aliyê cîhanê, galeriyên bi navûdeng, hunermendên ku şopînerên wan bi meraq li benda berhemên wan dibin û bi hezaran berhemên hunerî îsal careke din Stenbol kirine cejna hunerê.

Contemporary Istanbul ku êdî li cîhanê yek ji mezintirîn dîdarên hunerî ye dest pê kir û qerebelexiyeke yekcar zêde rikeberiya hevûdin dikin da bibin şahidê vê çalakiyê.

“Werin bibin şahidê van berhemên nuwaze”

Parlementerê CHPyê Sezgîn Tanrikulu got, “Berhemên ji galeriyên herî girîng ên cîhanê nimûne li vê derê ne.

Ez amadekaran pîroz dikim. Her corên hunerê di asta herî sbaş de hatine pêşandan.

Derfeteke gelekî mezin e û ez jî bangî hunerhez û Stenboliyan dikim da werin bibin şahidê van berhemên nuwaze.”

Li Tersxaneyê ya dîrokî ya li keviya Quloçê Zêrîn Halîçê îsal 18emîn car werzê Contemporaryê ye.

Ji 22 welatan nêzikî 600 hunermend bi peyker, nîgar, wêne, vîdeo enstalasyon û çendîn berhemên din yên ji beşên cûda yên hunerê mêvan in.

Mijara koçber û hevzayendiyê ku li nava Tirkiyeyê bûne nakokiyên herî xedar jî îsal li Contemporaryê cîh girtine.

“Min ji bavê xwe û malbata wî şkenceyeke derûnî û fizîkî dît”

Hunermend Ekîn Keser wiha anî ziman, “Dema ez 12 salîbûm min ji malbata xwe re eşkere kir ku ez kesekî hevzayend im.

Min di wan 3 salan de ji bavê xwe û malbata wî şkenceyeke derûnî û fizîkî dît.

Ew kevgîr ên dayka min in û min wêneyên me li ser wan danîn.

Hin kes ji wan sûretan hatine jêkirin û min navê wê kir 'yên ku nehatine seradkirin'.

Yên xirab çûne, yên baş mane di berhema min de.”

Ew dîdara hunerî ya mezin di warê aborî de jî xwedî girîngiyeke zêde ye.

Her sal bi maweyê vê çalakiyê bi milyon dolaran berhem têne firotin û hunermend bo ku li vir cîh bigirin rê û xeyalên kûr û dûr li dû xwe dihêlin.

Îsal galeriyeke ji Amedê jî bi berhem û hunermendên xwe li qadê ye.

“Em dixwazin bûrjûwaziyeke Kurd biafirînin”

Xwediyê Galeriyê Ridvan Kûday wiha axivî, “Mebesta min ew bû ku em aboriya hunerê û bûrjûwaziyeke Kurd biafirînin.

Ji bo ku koleksiyonerên Kurd derkevin û sermayeya Kurd piştgiriya çand û hunerê bike min serî li vê rêyê xist.

Hêdî hêdî xelk tên galeriyê û ji ber bingeha Amedê ya baş eleqe zêde dibe.

Koleksiyonerên me yên baş hene û wê bêhtir hebin û baş bibe.”

Pêşengeha ku ji bo 4 rojan dê vekirî be, ji gelek welatan jî xelkê ber bi xwe ve dikêşe.

Tê payîn ku îsal 60 hezar kes seredana vê şahiyê bike. Wate, çav û guhê cîhana hunerê van rojan li Stenbolê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst