Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Mem Ararat ragihand ku ji ber nedana vîzeyê ya ji aliyê Konsulxaneya Almanyayê ve, ew neçar mane konserên xwe yên li Ewropayê betal bikin.
Hunermend Mem Ararat li ser hesabên xwe yên medyaya civakî vîdeoyek belav kir û tê de sedemên betalkirina konserên xwe yên li Ewropayê eşkere kirin.
Ararat daxuyaniya xwe bi gotina "Mixabin ez ji bo xebereke nexweş li pêşberî we me" dest pê kir û diyar kir ku wî dê 6ê vê mehê (Kanûna Paşîn) li Ewropayê, bi taybetî li Almanyayê dest bi rêzekonseran bikira.
"Vîze nedan gelek hevalên me"
Hunermendê Kurd sedema betalkirina konseran wiha rave kir:
"Konsulxaneya Almanyayê vîze neda gelek hevalên me yên ji ekîbê.
Ji ber vê yekê jî mixabin em nikarin werin.
Ev pirsgirêkeke esasî ye, dema vîze tune be em nikarin werin."
Mem Ararat bal kişand ser wê yekê ku par bi heman tîmê re bêyî pirsgirêk çûbûn Ewropayê û bertek nîşanî biryara îsal a Konsulxaneyê da û anî ziman:
"Bê guman ev biryareke şaş e. Wekî hûn dizanin sala par ti pirsgirêk derneketibûn û em hatibûn.
Dîsa heman hevalên me bûn. Ev biryara konsulxaneyê bê guman şaş e."
Hunermend di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hunerê û got:
"Huner kêfxweşiyê, xweşbîniyê di nava civakan de û li seranserî cîhanê bi pêş de dibe.
Ev biryar bê guman ji vî tiştî re bû asteng."
Ji bo raya giştî,bi rêzdarî… pic.twitter.com/c7NHNkkS1r
— Mem Ararat (@araratmemm) January 2, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse