Hejmara 171ê ya Nûbiharê derket

02-06-2025
RÛDAW
Nîşan Kovara Nûbiharê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kovara Nûbiharê ya ku 33 sal in derdikeve, bi gelek çîrok, helbest, nivîs, ceribandin û bi hevpeyvîneke xwe bi hejmara 171ê derkete pêşberî xwendevanên xwe.

Rohat Alakom bi nivîseke xwe ya bi navê “Bi wêneyên Joseph de Baye Pirçandiya li Qaxizmanê” di vê hejmarê de cih girtiye.

Arkelogê Fransî Baye dawiya sedsala 19an, serê sedsala 20an dema çûye Rûsya û herêma Qefqasyayê, çûye Qaxizmanê jî û wêneyên wir girtine, Alakom ew wêne dane û behsa wan kiriye.

Bi navê “Gulname” helbesteke navdar a Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî heye.

M. Zahir Ertekîn di vê hejmarê de li ser wê Gulnameya Aqtepî analîzek berfireh nivîsiye.

Ayhan Geverî bi du nivîsên xwe tevlî hejmarê bûye.

Yek li gorî nêrîna Melayê Cizîrî îzaha têgehên ‘Aşiq, Maşûq û Reqîbê ye; ya din jî li ser Mela Feysel Taş e.

Mela Feysel ji gundê Dadînanê yê Gimgimê bû ku berî demekê wefat kir.

Mela Mihemedê Kêrsî di nivîsa xwe de, di medreseyên Kurdan de behsa bihevrebûna ilmê medrese û terîqetê kiriye.

Bedirxan Epozdemîr, Mela Emer Gulpikî û henek û laqirdiyên wî kirine mijara nivîsa xwe û ji pêkenokên wî çend nimûne dane.

Gulpik gundekî Hîzanê ye, Mela Emerê ku bi vê taybetmendiya xwe derketiye pêş, herî kêm 100 sal berê jiyaye.

Nivîseke din a balkêş a Salih Kevirbirî ye.

Kevirbirî bala me dikişîne ser Kurdên Qefqasyayê û “têkiliyên bi Kurdên Qefqasê re divê yekpare û xurt bin” dibêje.

Ji Dîwana Goethe beşa Hîkmetnameyê jî ji Almanî Abdullah Încekan wergerandiye Kurmancî.

Helbestkara hêja Diya Ciwan Sibata îsal wefat kir.

Evîn Şikakiyê jî li ser vê nivîskara ku xwediya gelek berheman e nivîsiye.

Nîhad Gultekîn jî bi hepveyvîna Dîlbera Wekîl tevlî hejmarê bûye.

Wekî din Ahmedê Hepo, Sabrî Akbel, Ebru Yilmaz, Mela Omerê Tetwanî, Ozan Serhedî, Yilmaz Elagoz, Amîne Pîrozxan, Mehdî Ritamî, Ayşegul Kizilkaya, Walter Benjamin, Dilazad A.R.T., Ferhat Çîftçî, Sadullahê Misircî û Abdulkadîr Gok bi nivîs û çîrokên xwe di vê hejmarê de hene.

Şairên vê hejmarê jî ev in: Rojen Barnas, Berken Bereh, Mewlana Celaleddînê Romî, Melîh Cevdet Anday, Sidîq Gorîcan, Mihemed Elî Bayram, Xewneroj, Zeynep Şemdînoglu, Qedrî Sipranî, Mustafa Ertaş, Xortê Nazik, Burhan Tuz, Ayşegul Kizilkaya, Salih Kevirbirî, Umêd Qerenî, Asyah Goyî, Reyhan Sarhan û Mustafa Işik.

Naveroka hejmarê wiha ye:

-Ji Edîtor/Suleyman Çevîk

-Bi wêneyên Joseph de Baye Pirçandiya li Qaxizmanê/Rohat Alakom

-Ew çi ne dibirisin?.../Rojen Barnas

-Bêdengî/Berken Bereh

-Analîzek li dor Gulnameya Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî/M. Zahir Ertekîn

-Ey sebra dilê canî…/Mewlana Celaleddînê Romî/Ji Farisî: Hayrullah Acar

-Di Nêrîna Melayê Cizîrî de ‘Aşiq û Maşûq û Reqîb/Ayhan Geverî

-Medreseya Kurd û Dubaskîtî/Mele Mihemedê Kêrsî

-Dara riheta wê reviye/Melih Cevdet Anday/Ji Tirkî: Şahîn Eroglu

-Hîkmetname Kitêba Wecîzeyan/J.W. von Goethe/Ji Almanî: Abdullah Încekan

-Têkiliyên bi Kurdên Qefqasê re divê yekpare û xurt bin/Salih Kevirbirî

-Deh Haîkuyên Adarê/Sidîq Gorîcan

-Nimûneyeke balkêş di edebiyata Kurdî ya pêkenînê de: Mela Emerê Gulpikî/Bedirxan Epozdemîr

-Helbestek Bêmirûz/Mihemed Elî Bayram

-Gulîzer/Ahmedê Hepo

-Tayê poşmaniyê ye/Xewneroj

-Dayika Dilşewitî û Xewna Şêrîn/Sabrî Akbel

-Çend Haîkuyên Biharîn/Zeynep Şemdînoglu

-Jiyan lêgerîn û têgerîn e di bin vê gumbedşînê de/Qedrî Sipranî

-Diya Ciwan çawa helbest mîna zarokekî xwe mezin kir?/Evîn Şikakî

-Tu niqûtî ser kaxizê/Ebru Yilmaz

-Operetek Azad/Mustafa Ertaş

-Xatireyek li ser Mescheda Almanyayê/Mela Omerê Tetwanî

-Çinarekî Welat Seydayê Xelatî/Ozan Serhedî

-Bedewya Te Xortê Nazik/Xortê Nazik

-Dara Bêmirazê/Yilmaz Elagoz

-Dîlbera Wekîl: Gundê me, gundê dengbêjiyê ye/Hevpeyvîn: Nîhad Gultekîn

-Sittîmercan/Berhevkar: Amîne Pîrozxan

-Serma/Mehdî Ritamî

-Sêpêya li Ser Lotusê/Ayşegul Kizilkaya

-Straneke nîvçe/Burhan Tuz

-Di 13 tezan de teknîkên nivîskariyê/Walter Benjamin/Ji Almanî: Abdullah Încekan

-Dayika min/Ayşegul Kizilkaya

-Hestên Kesk/Salih Kevirbirî

-Li pey şopa lixwegerîneke taybet/Dilazad A.R.T.

-Şev/Umêd Qerenî

-Xwendinek li ser Helbesta Cîhan Roj Barana Hûr/Ferhat Çîftçî

-Bêĵe bila Asyah Goyî

-Li pey Seydayê Mela Feysel/Ayhan Geverî

-Çivîk û Ez/Sadullahê Misircî

-Selahedînê Eyûbî û Kurê Mîrê Amêdiyê/Abdulkadêr Gok

-Guldesteyek Helbest/Reyhan Sarhan

-Jana xweşik/Mustafa Işik

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst