Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneya Nûbiharê ragihand ku Kovara Nûbiharê, yek ji kovarên herî biqîmet ên Kurdî, bi hemû hejmarên xwe yên ji sala 1992yan ve derbasî platformên dîjîtal bû.
Xwendevanên kovarê êdî dikarin bi rêya sepana Nûbihar Kovarê xwe bigihînin arşîveke dewlemend a 33 salan.
Li gorî daxuyaniya weşanxaneyê, armanca vê pêngavê ew e ku kovar xwe li gorî serdemê nû bike û xwendevan karibin li her derê û her demê xwe bigihînin naverokê.
Sepana Nubihar Kovar hem li ser Google Play û hem jî li ser App Storeê peyda dibe.
Kovareke tijî dîrok: Ji helbestên klasîk heta analîzên siyasî
Kovara Nûbiharê ku ji Adara 1992yan ve ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve tê weşandin, heta niha 172 hejmar gihandine xwendavann xwe. Di rûpelên kovarê de li ser mijarên wekî helbesta klasîk û modern, çîrokên gelêrî, analîzên edebî, hevpeyvîn, nivîsên siyasî, wergerên ji zimanên cîhanê û mijarên olî gelek berhemên hêja cih girtine.
Her wiha weşanxaneyê da zanîn ku Salnameya Nûbiharê ya her sal bi awayekî çapkirî derdiket jî êdî li ser platformên dîjîtal e.
#VÎDEO - Kovara Nûbiharê êdî dîjîtal e. Arşîva 33 salan a kovarê di sepanekê de hat berhevkirin pic.twitter.com/E6AhPyNaq1
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 29, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse