Festîvala Fîlmên Kurdî ya Kolnê tê lidarxistin: ‘Em zarokên rojê ne’

02-11-2025
Mey Dost
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Kolnê tê lidarxistin / Wêne: Rûdaw
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Kolnê tê lidarxistin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Festîvala Fîlmên Kurdî ya Kolnê Fîlm Kurdî Almanya Sînema
A+ A-

Koln (Rûdaw) – Festîvala Duyem a Fîlmên Kurdî ya Kolnê tê lidarxistin û di roja sêyem de bernameyeke rengîn hat pêşkêşkirin ku tê de sînemaya Kurdî ya li Almanyayê hat nîqaşkirin.

Kesayetiyên navdar ên sînemaya Kurdî yên ji çar parçeyên Kurdistanê li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Kolnê amade ne û nêrînên xwe yên li ser paşeroja sînemaya Kurdî tînin ziman.

Şehram Elîdiyê derhênerê ji Rojhilatê Kurdistanê hêvî kir ku sînemaya Kurdî, bi taybetî ya Başûrê Kurdistanê, careke din bihêz bibe.

Şehram Elîdî da zanîn ku Başûrê Kurdistanê xwedî alayek û şiyanekê ye û got, "Sînema dê wî alayî bihejîne."

Tîma birêvebir a festîvalê biçûk e û ji 6 kesan pêk tê ku bi dilxwazî dixebitin.

Ew dixwazin li bajarê Kolnê yê Almanyayê platformekê ji bo fîlmên Kurdî ava bikin.

Hîsam Yûsifiyê Birêvebirê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Kolnê ji Rûdawê re got:

"Festîvala Fîlmên Kurdî ya Kolnê platformeke sînemayî û hunerî ye ji bo hemû Kurdan.

Em zêdetir giringiyê didin fîlmên diyasporayê û yên navxwe yên ku ji aliyê hunerî ve baş in.

Komîteya me ya hilbijartinê tim hewl dide vê xalê li ber çavan bigire ku divê fîlm ji aliyê kalîteyê ve di asta jor de bin.

Divê fîlm ji aliyê hunerî, fîlmsazî û sînemayî ve gelekî bilind bin da ku karibin beşdarî festîvala me bibin."

Bernameya festîvalê ne tenê nîşandana fîlman e, çalakiyên din ên wekî çêkirina deqên Kurdî jî li xwe digire û bi vî awayî beşdaran nêzîkî çanda kevnar a Kurdî dike.

“Em Kurd zarokên rojê ne”

Bêrîvan Îbîna ku karê çêkirina deqan dike û li festîvalê amade ye anî ziman:

"Em tim dibêjin em Kurd zarokên rojê ne, yanî em gelekî bi rojê ve girêdayî ne.

Gelek kesên ku tên serdana min daxwaza deqa rojê dikin."

Ji bilî vê, wêjeya Kurdî jî di festîvalê de cihê xwe girtiye.

Semînerek li ser wêje, azadî û rola nivîskaran a di demokrasiyê de tê lidarxistin.

Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez got:

"Di navbera siyaset û hunerê de tim nakokî heye.

Divê em bibêjin bila nifşê nû hunera xwe bi pêş bixe. Siyaset tim di dilê wan de ye.

Ez pêşniyar dikim ku bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivîsin û di heman demê de nivîskarên dewlet û zimanên din jî bixwînin da ku em zanibin bandora zimanê me li ser wan çawa ye û bandora wan li ser edebiyata me çawa ye."

Bi vê bernameya rengîn, nîvê yekem ê festîvalê derbas bû û di 3 rojên bê de dê çendîn fîlmên din ên Kurdî werin nîşandan û ji aliyê komîteyeke 3 kesî ve bên nirxandin û xelatkirin.

Çalakiyên Festîvala Duyem a Fîlmên Kurdî ya Kolnê 30ê Çiriya Pêşîn dest pê kir û dê heta 4ê Çiriya Paşîn bidomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst