Colemêrg (Rûdaw) – Li nahiyeya Bajêrgeyê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê bi beşdariya Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nurî Ersoy pirtûkxaneyek hat vekirin.
Gelek siyasetmedar û kesayet jî beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nurî Ersoy çû serdana parêzgeha Colemergê.
Mehmet Nurî Ersoy çû serdana cihên geştyariyê yên Colemêrgê û derbasî bajarokê Bajêrgeyê bû û beşdarî merasîma vekirina pirtûkxaneya yekem a vî bajarokî bû.
Beşdarên merasimê behsa pêvajoya danîna çekan a PKKyê kir.
Parlamenterekî berê yê HDPyê li kêleka parlamenterekî berê yê AK Partiyê merasîmê temaşe dike û daxwaza her duyan jî aştî ye.
Şahî û kêfxweşiya zarokên nahiyeya Bajêrgeyê ya navçeya Geverê li ser rûyên wan diyar e.
Sedema şahî û merasîmê vekirina pirtûkxaneya yekem bajarokê wan e.
Di merasîmê de Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nurî Ersoy, Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk, şaredarên navçeyên Şemzînan û Rûbarokê û kesayetiyên navçeyê beşdar bûn.
Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nurî Ersoy anî ziman:
“Tirkiye êdî bûye xwediyê nasnameyeke nû.
Li gel vê êdî Colemêrg jî gihîştiye nasnameyeke nû.
Wekî hikûmet hemû hewla me ji bo wê yekê ye ka em dê çawa Colemergê bikin bajarekî dewlemend û bajarekî di aliyê aboriyê de bipêşketî. Hemû hewla me ji bo wê ye.”
Di merasîma vekirina pirtûkxaneya Bajêrgeyê de peyam li ser pêvajoya danîna çekan a PKKyê hatin dayîn.
Parlamenterên berê yên AK Partî û HDPyê yên Colemêrgê li kêleka hev merasîmê temaşê dikin, tevî ku partiyên wan cuda ne jî li ser mijara danîna çekan a PKKyê nêrîna wan yek e.
Parlamenterê berê yê HDPyê Esat Canan da zanîn:
“Eger pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve dê ji bo bajarên me û ji bo her derê gelekî baş be.
Em hêvîdar in ku encameke baş derkeve.
Dema çek hatin danîn pêwîst e êdî aştiyeke cidî çêbibe.”
“Ez minetdarê Bahçelî, Erdogan, Ocalan û Barzanî me”
Parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdulmuttalîp Ozbek jî li ser pêvajoya çareseriyê anî ziman:
“Xwedê Teala alîkarê wan kesan be, yên ku ji bo aştiyê dixebitin.
Ez bi rihetî dibêjim ku min gelekî minet e ji Devlet Bahçelî, min gelekî minet e ji Tayyîp Erdogan, min gelekî minet e ji Abdullah Ocalan.
Kî ji bo vê meseleyê kar kiribe, min gelekî minet e ji Serok Barzanî, kî ji bo aştiyê çi ji dest hatiye dike em minetdar in û em li benda encameke baş in.”
Şaredarê berê yê Şemzînanê Tahir Sakli jî got:
“Em îro li Esendereyê (Bajêrge) pirtûkxaneyekê vedikin.
Pirtûkxane wate ferheng, bipêşketin û xwendin.
Gelê me û dewleta me jî dê bi xwendinê bi pêş ve biçe.
Mixabin kêmasiyên mezin çêbûn û bedelên mezin hatin dayîn.
Mixabin zêdetirî 40 salan me jiyana xwe di nava şer de derbas kir.”
Pirtûkxaneya bajarokê Bajêrgeyê beşek jê Kurdî bi giştî ji 15 hezar pirtûkan pêk tê û dê xizmetê bide 2 hezar xwendekarên Bajêrgeyê û gundên wê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse