Mêrdîn (Rûdaw) - Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê bi hevkariya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê, arşîv û pirtûkên dîplomatê Rûs Aleksandre Jaba wekî 15 cildan çap kirin.
Ev arşîva Aleksandre Jaba beriya 170 salan bi tîpên Erebî û Latînî yên Kurdî hatiye nivîsandin û li Petersburga Rûsyayê dihat parastin.
Ji Mem û Zînê heta çîrokên hezar salî
Dewleta Tirkiyeyê bi awayekî fermî ev koleksiyona Kurdî çap kir.
Di nava vê koleksiyonê de ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî heta helbestên Feqiyê Teyran, ji urf û adetên Kurdan heta çîrokên bi hezaran salan ên bav û kalan cih digirin.
Di nava van pirtûkên ku nû ji çapê derketine de, berhemên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Mele Mehmûdê Bazîdî hene.
Dîroka koleksiyonê
Beriya 170 salan, dîplomatê Rûs Aleksandre Jaba li Konsulxaneya Erziromê kar dikir.
Wê demê wî Mele Mehmûdê Bazîdî nas kir.
Mele Mehmûdê Bazîdî gotiye û Aleksandre Jaba jî nivîsiye.
Ji wê rojê heta niha destan, helbest û çîrokên herî navdar ên Kurdî di vê koleksiyonê de li Petersburga Rûsyayê dihatin parastin.
Yek ji xalên herî girîng ên vê koleksiyonê jî ew e ku Mele Mehmûdê Bazîdî bi tîpên Erebî nivîsiye û Aleksandr Jaba jî ew kirine Latînî.
Êdî ev koleksiyon bi vê çapa nû, bû hîmeke bingehîn a wêjeya Kurdî.
"Xebateke antropolojîk e"
Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Îbrahîm Tarduş li ser girîngiya berhemê axivî û got:
“Dema xwendekar û lêkolîner vê koleksiyonê bi dest bixin dê serdema beriya 170 salan a Kurdan hîs bikin.
Çimkî hem helbestên me tê de hene, hem çîrokên me û hem jî adetên me tê de hene.
Ji aliyekî ve jî belkî ev yekemîn etnografyaya Kurdan a Mele Mehmûdê Bazîdî be ku li ser adetan nivîsiye. Ev xebateke antropolojîk e.
Dema em lê dinêrin 13 xebat in lê wekî nusxe 69 nusxe ne. Me jî wekî 15 cildan çap kirin.”
"Bariyera psîkolojîk hat şikandin"
Li gorî birêvebirên Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê kevinbûn û resenîbûna van destxetan li aliyekî ye lê ya herî girîng ew e ku cara yekem e ev qasî berhem bi hev re bi awayekî fermî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tên çapkirin.
Rektoriya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin danasîna koleksiyona Aleksandr Jaba kir.
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Prof. Dr. Ehmed Kirkan jî got:
“Bi dîtina min du xal girîng in. Ya yekem dewletê bi wezareta xwe ev kar girtiye ser milê xwe. Ya duyem jî ew bariyera psîkolojîk a li ser Kurdî hatiye şikandin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse