WAN - Sempozyuma Kurdiyatê bi mijara ‘Melayê Bateyî û Mîrasa Wî’ tê lidarxistin

1 demjimêr berê
Nîşan Sempozyuma Kurdiyatê Wan Melayê Bateyî û Mîrasa Wî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sempozyuma Kurdiyatê ya Navneteweyî dê 14-15ê Gulanê bi mijara "Melayê Bateyî û Mîrasa Wî" li Wana Bakurê Kurdistanê were lidarxistin.

7emîn Sempozyuma Kurdiyatê ya Navneteweyî ya ku her sal ji aliyê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ve tê lidarxistin, dê îsal 14-15ê Gulanê li Wanê bi mijara "Melayê Bateyî û Mîrasa wî" bê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya zanîngehê, sempozyum dê li Navenda Çandê ya Prof. Dr. Cengîz Andiçê bê lidarxistin.

Sempozyum dê du rojan bidome û dê di navbera demjimêr 10:00 û 17:30î de li dar be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst