Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Mardîn Artukluyê (MAU) ku li cîhanê yek ji navendên herî girîng ên xebatên akademîk ên li ser ziman û çanda Kurdî ye projeyeke dîrokî temam kir.
Arşîva mezin a Kurdî ya ku sedsala 19an ji aliyê Konsulê Rûsyayê Alexandre Jaba ve hatibû berhevkirin û nêzîkî sed salekê ye li pirtûkxaneyên Rûsyayê bû, wekî berhemeke 15 cîldî ya wekî nusxeyên orîjînal pêşkêşî cîhana Wêjeya Kurdî hat kirin.
Rektorê Zanîngeha Mardîn Artukluyê Prof. Dr. Îbrahîm Ozcoşar li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û destnîşan kir ku ev serkeftin berhema gavên sazîbûnê yên sala 2009an û keda gelek salan e.
Îbrahîm Ozcoşar diyar kir ku bingehên vê projeyê salên 2009-2010an bi avakirina Enstîtuya Zimanên Zindî û Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya di bin banê zanîngehê de hatine avêtin û got:
"Bi avakirina vê beşê re xebatên me gihîştin asteke berbiçav.
Paşê bi vekirina bernameyên lîsans, lîsansa bilind û doktorayê yên li ser zimanê Kurdî, me stratejiya xwe ya komkirina berhemên edebiyata klasîk a Kurdî ya li cîhanê xist meriyetê."
Keda Kadrî Yildirim û Ahmet Kirkan a dîrokî
Ozcoşar li ser pêvajoya anîna koleksiyonê jî axivî û bi minetdarî qala wan kesên ku ev pêvajo dane destpêkirin kir û anî ziman:
"Sala 2013an bi hewlên zêde yên akademîsyenê zanîngeha me yê berê rehmetî Prof. Dr. Kadrî Yildirim, xebatên ji bo anîna Koleksiyona Jaba ya ji pirtûkxaneyên bajarê St. Petersburgê yê Rûsyayê ji bo Tirkiyeyê dest pê kir.
Ji sala 2019an ve jî bi şopandina hûr a Birêvebirê Enstîtuya me Doç. Dr. Ahmet Kirkan ev pêvajo gihîşt asteke pir girîng."
15 cîld: Ji Ehmedê Xanî heta Feqiyê Teyran
Ozcoşar li ser naveroka berheman agahiyên teknîkî parve kir û ragihand ku ev koleksiyon ji bo klasîkên Kurdî çavkaniyeke bêhempa ye.
Di vê berhema ku bi giştî ji 15 cîldan pêk tê de; 69 nusxeyên destxetan ên 39 berhemên cuda hene.
Di nav koleksiyonê de ji bilî berhemên navên mezin ên edebiyata klasîk a Kurdî yên wekî Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û Melayê Bateyî; xebatên zimannasî, berhevokên edebiyata gelêrî û metnên dîrokî jî cih digirin.
Ozcoşar diyar kir ku di qonaxa weşandina projeyê de wan piştgiriya tam a Serokkomarî û Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê wergirtiye û li pey çû:
"Bi rêya Serşêwirmenda Serokkomar Gulşen Orhan Xanimê me bi Wezareta Çand û Geştyariyê re protokolek îmze kir û me ev pêvajo bi dawî kir.
Ev koleksiyona berfireh a ku ji aliyê heyeteke akademîsyenên me ve hat amadekirin, bi şêwazê orîjînal gihîşt destê xwendevanan.
Ez spasiya Wezîrê me yê Çandê Birêz Mehmet Nurî Ersoy, Birêvebiriya Giştî ya Pirtûkxaneyan û bi taybetî jî tîma me ya Kurdolojiyê dikim ku di vê pêvajoyê de keda wan heye."
Ev xebata berhevkirinê ya ku beriya nêzîkî 170 salan ji aliyê Konsulê Rûsyayê Alexandre Jaba û alimê Kurd Mela Mehmûdê Bazîdî ve hatibû destpêkirin îro bi parzûneke akademîk a modern re ji bo lêkoleran hat vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse