Ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê straneke nû: Sonda Rûmetê

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sonda Rûmetê Komîna Hunermendên Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîna Hunermendên Wanê, ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê klîp û straneke nû ya bi navê “Sonda Rûmetê” belav kir.

Komîna Hunermendên Wanê doh strana xwe ya nû ya bi navê “Sonda Rûmetê” li ser kanala Youtubeyê ya Kom Muzîkê belav kir.

Stran taybet li ser berxwedana Rojavayê Kurdistanê ya li dijî komên çekdar û Artêşa Ereban a Sûriyeyê hatiye amadekirin.

Stran her wiha behsa yekîtî û helwesta gelê Kurd a li hemberî wê parçeya Kurdistanê dike.

Sembola keziyan

Di gotin û klîpa stranê de hûnandina keziyan wekî metaforeke sereke hatiye bikaranîn.

Piştî bûyera birîna keziyên şervaneke Kurd, ev çalakî di nav Kurdan de bûbû sembola sereke ya berxwedana Rojavayê Kurdistanê.

Hevberdevkê Desteya Ziman, Çand û Hunerê yê DEM Partiyê Heval Dilbihar gotinê stranê nivîsandine û muzîka wê jî ji aliyê Komîna Hunermendên Wanê ve hatiye amadekirin.

Stran di demeke kurt de li ser medyaya civakî bû trend û ji aliyê gelek kesan ve hat parvekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst