Hewlêr (Rûdaw) - Weşanên Avestayê ragihand ku pirtûka nû ya akademîk a Çerkezê Reş a bi navê "Ji Dîroka Pevgirêdanên Edebî yên Ermenî û Kurdan" derket.
Pirtûk ji aliyê Têmûrê Xelîl ve ji Ermenî hatiye wergerandin û 80 rûpel e.
Ev xebata akademîk li ser dîroka pevgirêdanên edebî yên di navbera Ermen û Kurdan de radiweste û wan bi awayekî zanistî rave û analîz dike.
Nivîskar heyama lêkolîna xwe li ser sê beşan dabeş dike; ji sedsalên 5-18an dest pê dike, heta sedsalên 19-20an berdewam dike û bi serdema Sovyetê re bi dawî dibe.
Di pirtûkê de tê destnîşankirin ku danûstandinên çandî yên herdu gelên ku bi sedsalan cîrantî kirine, di berhemên edebî de jî cihê xwe girtine û bi taybetî zargotina Kurdî ji berê de bûye mijara berhemên nivîskarên Ermenî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse