Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka klasîk a nivîskar û rexnegirê navdar Albert Memmi, "Dekolonîzasyon û yên Dekolonîzebûyî", bi wergera Fahriye Adsayê bi zimanê Kurdî hat weşandin.
Pirtûk li ser krîz, pirsgirêk û trajediyên ku piştî serxwebûnê derdikevin holê radiweste û hişyariyên girîng dide civakên nû azad bûne.
Pirtûk ji aliyê Weşanên Avestayê ve hatiye çapkirin.
Hişyariyên Memmi: Ji gendeliyê heta koçberiya ber bi welatê dagirker ve
Albert Memmi di pirtûkê de, tîne zimên ku piştî bidestxistina serxwebûnê jî, dibe ku tenê sembolên serweriyê têra civakê nekin.
Ew hişyariyê dide ku eger dewleteke nû nikaribe civakeke ku li gorî daxwazên nifşên nû be ava bike, ew dewlet dikare berî ku xwe îsbat bike, xwe biqedîne.
Memmi tekez dike ku gendeliya berdewam û kontrola aboriyê ya ji aliyê kesên nêzîkî serkirdeyan ve dikare serxwebûnê biherimîne.
Yek ji xalên herî balkêş ên pirtûkê ew e ku Memmi behsa trajediyeke nû dike û li gorî wî ew trajedî jî ev e: "Vê carê gelê dewleta serbixwe ji ber feqîrî û zordestiya navxweyî xwe li sînorên wan welatên kevne-kolonyalîst û welatên rojavayî digire."
"Rola rewşenbîran a di avakirina siberojê de"
Memmi diyar dike ku rêya serxwebûnê di heman demê de rêya avakirina civaka siberojê ye û di vê rêyê de rola rewşenbîran gelekî girîng e.
Ew rewşenbîrên ku "ji dêvla rasyonelbûnê coşeke mistîk" hildibijêrin an jî "xewna vegera ji bo serdemeke zêrîn dibînin" rexne dike.
Li gorî wî, tiştê ku ji ramangerekî serbixwe tê payîn ew e ku "aqlekî rexnegir" ji bo hevdemên xwe bi kar bîne û bi wêrekî bi rastiyan re rû bi rû bibe.
Derbarê Albert Memmi kî ye?
Di sala 1920an de ji dayik bûye û di sala 2020 jî de koça dawî kiriye.
Albert Memmi li Tunisê ji dayîk bû û piştî serxwebûna welatê xwe li Parîsê jiyana xwe domand. Ew wekî nivîskar û rexnegirekî ku bi taybetî li ser kolonyalîzm, antî-semîtîzm û nijadperestiyê nivîsandiye, tê naskirin.
Di Şerê Cîhanê yê Duyem de, ji ber ku Cihû bû, ji zanîngehê hat avêtin û bo kampeke xebatê hat şandin.
Piştî şer xwendina xwe li Sorbonneê temam kir û li heman zanîngehê bû mamoste. Hin ji berhemên wî yên navdar ev in: Portreya yê Kolonîzekirî, Portreyê Cihû û romana Stûnê Xwê.
Pirtûka "Dekolonîzasyon û yên Dekolonîzebûyî" ji 152 rûpelan pêk tê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse