Hewlêr (Rûdaw) - Weşanên Avestayê damezirandina "Weqfa Kulturî ya Avestayê" ragihand.
Weşanên Avestayê ev mizgînî bi rêya hesabê xwe yê fermî yê Xê da xwînerên xwe.
Weşanên Avestayê sala 1995an li Stenbolê ji aliyê Abdullah Keskîn ve hat damezrandin û di nava nêzîkî 30 salan de bi sedan pirtûkên Kurdî û li ser Kurdan çap kirine.
Avesta di weşangeriya Kurdî de wekî ekolekê tê dîtin û di parastin û bipêşxistina ziman û wêjeya Kurdî de xwedî roleke dîrokî ye.
Di daxuyaniya kurt a Avestayê de hat gotin:
"Xebereke me ya xweş heye. Weqfa Kulturî ya Avesta ava bû.
Navenda wê li Diyarbekirê ye. Waqif dê di demeke nêz de ji ser rûpelên xwe agahiyan parve bike."
Heta niha derbarê birêvebirî, armancên bingehîn û projeyên paşerojê yên weqfê de ti agahiyên berfireh nehatine parvekirin.
Xebereke me ya xweş heye…
— Avesta Yayınları (@avestayayin) October 31, 2025
Weqfa kulturî ya Avesta ava bû. Navenda wê li Diyarbekrê ye. Waqif ê di demeke nêz de ji ser rûpelên xwe agahiyan parve bike.
Güzel bir haberimiz var…
Kuruluş çalışmaları uzun süredir devam eden Avesta Kültür Vakfı kuruldu. Merkezi Diyarbakır’da olan… pic.twitter.com/icNiRAEbUX
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse