Çîroka 'Herêma Aram' bû şano: Koça mîlyonî ya Kurdan li ser dikên Londonê ye

2 demjimêr berê
Zinar Şîno
Dîmenê dema nîşandana şanoyê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dîmenê dema nîşandana şanoyê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Safe Haven Koçberiya Kurdan Chris Bowers Dr. Dilawer Elaedîn
A+ A-

London (Rûdaw) - Mala Şanoyê ya Arcolayê ya li bakurê Londonê, mazûvaniya şanoyeke dîrokî û balkêş dike.

Şanoya bi navê "Safe Haven" (Herêma Aram) çîroka koça mîlyonî ya sala 1991ê û biryara avakirina navçeya aram a ji bo Kurdan tîne ser dikê.

Tora Medyayî ya Rûdawê sponserê vê şanoyê ye.

Bi awaz û stranên Kurdî, pêşwaziya mêhvanên vê êvara zivistanê ya meha Kanûna Paşîn a sala 2026an tê kirin.

Sedem, yekem pêşkêşkirina şanogeriya "Safe Haven" (Herêma Aram) e.

Nivîskarê şanogeriyê, rojnameger û dîplomatê berê yê Brîtanyayî Chris Bowers e.

Chris Bowers: Min got divê ez vê çîrokê vêbêjim

Bowers çîroka nivîsîna şanoya Safe Havenê wiha anî zimên:

"Îlhama vê şanoyê ji wê demê hat ku Sir John Major di sala 2011an de serdana Kurdistanê kiribû. Wê demê ez Konsulê Giştî (Herêmna Kurdistanê) bûm û ji bo çend deqeyan ez pê re rûniştim.

Min jê pirsî, 'Baş e, te çawa karekî wisa yê hewarçûnê kir?' Wî jî di bersiva min de got, 'Tu dizanî, di dawiya hefteyê de sê dîplomat hatin ba min û ew bîr û bawerî pêşniyar kirin. Li gorî min jî diviyabû em bikin.' Lê wî amaje bi wê yekê jî kir ku wan dîplomatan Wezareta Karên Derve derbas kiribûn.

Ew di bîra min de ma. Heta ku paşê min bi tesadufî yek ji wan dîplomatan li Londonê di rêza kirîna qehweyê de dît û min li gel axivî.

Çîrok di mêjiyê min de ma. Paşê di sala 2021ê de û di dema kerentîneyê de, salvegera Herêma Aram hat bîra min.

Wê demê min fêm kir ku eger kesek nebe vê çîrokê vebêje, divê ez bi xwe bikim."

Pirsa rewa û qurbanîdana berdewam, li gel dîmenên koçberiyê û lobîkirina berdewam a diyasporaya Kurdan, Brîtanya û Amerîka li gel hevpeymanên wan gihandin wê baweriyê ku ji bo Kurdên li Îraqê herêmeke aram ava bikin.

Di wan rojan de, hinek çalakvanên Kurd hewl didan ku Margaret Thatcher û her wiha qeşeyê bilind ê Canterburyê razî bikin.

Dr. Dilawer Elaedîn: Me bandor li Xanim Thatcherê kir

Serokê Enstîtuya MERIyê Dr. Dilawer Elaedîn jî li ser şanoyê û wan rojan ji Rûdawê re got:

"Di wan rojan de, ez yek ji çalakvanan bûm. Ew kes ez bûm ku min Xanim Thatcher û her wiha Qeşeyê Bilind ê Canterburyê razî kirin. Her dû di pêgeheke wisa de bûn ku karibin zextê li ser John Major bikin, ku wî çaxî serokwezîr bû, da ku biryarê li ser wê karesata mirovî bide û hevkariyê pêşkêş bike.

Wan bi hev re George Bush, Serokê Amerîkayê razî kirin ku beşdarî di proseyê de bibe.

Bêguman, Amerîka jî her tim di pêgehekê de bûye ku serkêşiya karan bike.”

Lîstikvanê ciwan ê ku rola "Mazlûm" (karakterê Kurd) dilîze, diyar dike ku şano rêyeke girîng e ji bo nîşandana nerazîbûnê.

“Em bi çîrokan mezin bûn”

Mezlûm ji Rûdawê re got, "Rêyên cuda hene ku mirov biçe derve û li ber çavê her kesî nerazîbûna xwe nîşan bide lê nerazîbûna li ser şanoyê jî cureyekî din ê nerazîbûnê ye.

Em bi bihîstina van hemû çîrokan mezin bûn. Şano rêyek e ji bo berçavkirina karakteran û anîna nava berçavên we.

Ew bi xwe cureyekî nerazîbûnê ye ku mirov biçe ber 100, 200 yan 300 kesan û çîrokekê vebêje û berçav bike.

Bi vê yekê mirov ji aliyê hest û sozan ve diçe nav hûndirê xelkê. Şano yek ji wan e, çîrokbêjî jî yek ji wan e. Em bi xwe hemû bi çîrokan mezin bûn."

Şanogeriya "Herêma Aram", êş û karesateke taybet a bûyerên berê û koça mîlyonî ya xelkê Herêma Kurdistanê ye.

Operasyona Amerîka û welatên Rojava ya li Îraqê û biryara 688an a Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li xwe digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst