Hewlêr (Rûdaw) - Konsera Koma Amed a ku dê 22yê Çiriya Paşîn li Wanê bihata lidarxistin, ji ber şert û mercên hewayê hat betalkirin.
Konsera ku dihat plankirin li Qada Newrozê ya li kêleka Keleha dîrokî ya Wanê bê sazkirin, ji aliyê Şaredariya Artemêtanê ve hatibû organîzekirin.
Şaredariyê daxuyanî da
Şaredariya Artemêtanê derbarê betalkirinê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku konser ji ber hewaya sar hatiye betalkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hatin gotin:
“Gelê me yê hêja û hezkirên Koma Amed
Di 22yê Çiriya Paşîn a 2025an de li Salona Werzîşê ya Girtî ya Nur Tatarê me konsera Koma Amed plan kiribû, lê belê ji ber eleqe û daxwaziya gelekî zêde ku kapasîteya salonê têrê nedikir cihê konserê hate guhertin û çalakiya mûzîkal dê li Parka Newrozê ya li ber Keleha Wanê bihata lidarxistin.
Lê belê ji ber ku di wê dîrokê de şert û mercên hewayê ne guncav in û hewaya sar dibe ku tenduristiya beşdaran bixe xetereyê, em bi xemgînî radigihînin ku konser di wê dîroka diyarkirî de nayê lidarxistin.
Em dê di demeke herî nêz de li gorî şert û mercên hewayê û qadê vê konsera ku gelê me li bendê ye li dar bixin.
Ji bo hestyariya we spas dikin û radigihînin ku di demeke herî kurt de em dê agahiya dîroka nû a konserê parve bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse