Hewlêr (Rûdaw) – Romana Roald Dahl a bi navê “Charlie and the Chocolate Factory” li Kurdî hate wergerandin.
Romana Roald Dahl a bi navê “Charlie and the Chocolate Factory” bi navê “Charlie û Febrîqeya Çîkolatan” li Kurdî ya Kurmancî hate wergerandin. “Charlie and the Chocolate Factory” heta niha li 60 zimanan zêdetir hatiye wergerandin bi hevkariya Weşanxaneya Lîsê û Weşanên Cervantes ve bi Kurdî jî hate çapkirin.
Romana Roald Dahl a bi navê “Charlie and the Chocolate Factory” ji aliyê Aydin Rengîn bi navê “Charlie û Febrîqeya Çîkolatan” ji zimanê Îngilîzî hate wergerandin.
Weşanxaneya Lîsê di danasîna romana “Charlie û Febrîqeya Çîkolatan” de got, “Çîroka Charlie, zarokan ji vê dinyaya gewrik û xapînok bi firînê dixe û mezinan jî li nava febrîqeya çîkolatayan digerîne ku hinek ji çîkolatayan jî tehm bikin. Di vê çîrokê de Charlie bi dê û bav û her du bapîr û dapîrên xwe re li qiraxa bajerekî mezin di nava xanîyekî textîn ê biçûk de dijîn. Ew xizan in. Charlie li ser çîkolatayê mirî ye. Lê ma çi fêde pereyên wî yên ku çîkolatayê bikire nînin. Salê carekê bi pereyên ku berhev kirine jê re çîkolata dikirin. Li vî bajarê mezin febrîqeyeke çîkolatan ku ji mala wan jî xuya dike heye. Di cîhanê de çîkolatayên herî navdar çêdike. Rojekê xwediyê vê febrîqeyê Wonka dibêje ku ew pêşbaziyekê li dar bixe û piştre jî ew ê warisekî ji xwe re bineqîne ku vê împeretoriyê dewrî wî bike. Ew jî bi hêvî ye ku bîleta wî ya zêrîn lêxîne.Belkî weke Charlie û malbata wî ya belengaz, Willy Wonka Begê we hînî hemû sirên çêkirina çîkolatayan jî bike. Heke hûn libeke kakaoyê tehm bikin dibe ku weke Ompa Lompayan li we bê. Bi wergera çak ya Aydin Rengîn.”

Aydin Rengîn ji bilî vê pirtûkê heta niha ji Îngilîzî bo Kurdî pirtûkên wek Komediya Mirovahiyê ya William Saroyan û Ji Hejariyê Berev Dewlemendiyê ya Marc Swanepoel jî wergerandiye. Wekî din di gelek kovaran de jî wergera çîrok û gotar û helbestan dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse