Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê hezkirî û naskirî yê Semsûrê Alî Dore koça dawî kir.
Alî Dore ji navçeya Bêsniyê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê bû.
Nûçeya mirina wî hem li bajêr û hem jî di nava civaka hunerî de bû sedema xemgîniyeke mezin.
Alî Dore demeke dirêj xizmeta mîrateya çandî ya Semsûrê kir.
Ew bi kilamên xwe yên taybet bi Semsûr û herêma Berferatê dihat naskirin.
Hunermendê Kurd bi taybetî piştî erdheja 6ê Sibatê bi strana xwe ya "Lorîna Erdhejê" (Depreme Ağıt) deng vedabû.
Alî Dore di wê stranê de êş, windahî û piştgiriya piştî karesatê anîbû ziman û şopeke kûr di dilê guhdaran de hiştibû.
Piştî belavbûna nûçeya mirina wî, li ser medyaya civakî gelek peyamên sersaxiyê hatin parvekirin.
Hat ragihandin ku merasîma cenazeyê wî dê pişt re were eşkerekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse