Elî Cemîl Horo klîbeke nû belav kir

09-05-2024
RÛDAW
Elî Cemîl Horo klîbeke nû belav kir
Elî Cemîl Horo klîbeke nû belav kir
Nîşan Elî Cemîl Horo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend Elî Cemîl Horo klîbeke nû belav kir.

Kurê hunermendê Efrînî Cemîl Horo, Elî Cemîl Horo klîbeke bi navê “Hewşa rindê bi gul e” belav kir.

Henîf Cemîl Horo gotinên wê nivîsandiye, Ehmed Cemîl Horo jî muzîka stranê çêkiriye.

Bilûrvanê Efrînî Hisênê Hecî Nêsir jî di berhemê de beşdar bûye.

Cemîlê Horo yek ji wan dengbêjan herî navdar ên Rojavayê Kurdistanê bû.

Kur û neviyên Cemîl Horo jî li ser şopa wî ne û yek ji wan jî Elî Cemîl Horo ye.

Elî Cemîl Horo heta niha gelek stranên bavê xwe û stranên folklorîk ên Efrînê gotine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst