Mehmûd Ezîz Şakir amadekariya klîbeke nû dike

10-11-2022
RÛDAW
Hunermendê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Mehmûd Ezîz Şakir klîbeke bi navê “Welatê Me Kurdistan e” amade dike.
Hunermendê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Mehmûd Ezîz Şakir klîbeke bi navê “Welatê Me Kurdistan e” amade dike.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd ê navdar Mehmûd Ezîz Şakir, amadekariya vîdeo klîpeke nû dike.

Hunermendê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Mehmûd Ezîz Şakir klîbeke bi navê “Welatê Me Kurdistan e” amade dike.

Kompaniya Hejar Îsmaîl ya karê derhêneriyê li ser wê klîbê kar dike.

Mehmûd Ezîz got, piştî koça dawiyê ya birayê wî Hunermend Mihemed Elî Şakir wî karê xwe yê hunerî rawestandibû, ew jî weke rêzgirtinekê ji bo birayê xwe bû, piştî salekê ji bêdengiyê ew careke din dest bi karê xwe yê hunerî dike.

Gelek stranên her du birayan Mihemed Elî Şakir û Mehmûd Ezîz Şakir, hene di nava Kurdan de deng dane, gelek hunermend jî bi stranên wan navdar bûne, weke mînak (Ber dilê min pir şîrîn e, Keçika Kurdî Me, Eyd û Erefat, Ez Dil Ketim Wan Çavan) û gelek stranên din.

Mihemed Elî Şakir bêhtirî 50 salî xizmete hunera Kurdî kiribû. Gelek hunermendên mezin yên weke Mihemed Şêxo stranên wî gotine.

Mihemed Elî Şakir roja 24.12.2020 li Qamişlo di 74 saliya xwe de bi nexweşiya korona koça dawî kiribû.

Hunermend Mihemed Elî Şakir beşa Wêjeya Ingilîzî li Zanîngeha Helebê xwendibû, ew hem hunermend bû, hem mamostayê zimanê înglîzî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst