Sînemaya Kurdî li Şîkagoyê: ‘Em naxwazin Kurd tenê bi şer bên naskirin’

4 demjimêr berê
Bîlal Ehmed
Bahadîn Kerboranî  û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Bahadîn Kerboranî û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Festîvala Fîlmên Kurdî Şîkago Peyam Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala Fîlmên Kurdî li bajarê Şîkagoyê (Chicago) yê eyaleta Illinoisê ya Amerîkayê tê lidarxistin.

Birêvebirê Navenda Çanda Kurdî ya li Illinoisê Bahadîn Kerboranî ragihand ku 9 fîlm beşdarî festîvalê dibin û şaredariya bajêr jî piştgirî daye wan.

"Em dixwazin Kurdan bi rêya çandê bidin naskirin"

Kerboranî bû mêhvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê û ji Nalîn Hesenê diyar kir ku festîval şemî û yekşema pêşiya me tê lidarxistin.

Ev duyemîn gera festîvalê ye û hunermend û sînemakarên Kurd ji California, New York, Ewropa û Kurdistanê beşdar dibin.

“Em naxwazin Kurd tenê bi şer bên naskirin”

Kerboranî li ser armanca festîvalê wiha got:

“Em dixwazin çanda Kurdan nîşanî hevalên xwe yên Amerîkayî bidin û em dixwazin ew Kurdan nas bikin.

Em dixwazin Kurd bi rêya sînemayê werin naskirin. Em naxwazin Kurd tenê bi şer bên naskirin.

Em dixwazin pêwendiyên xwe yên bi Ermenî, Cihû, Filistînî û Asûriyan re xurttir bikin. Ew ji me bihêztir in, em ji wan hînî gelek tiştan dibin."

Li Chicagoyê 7 hezar Kurd dijîn

Bajarê Chicagoyê piştî New York û Los Angelesê sêyemîn bajarê herî mezin ê Amerîkayê ye.

Kerboranî da zanîn ku piştî Nashvilleyê, duyemîn diyasporaya herî mezin a Kurdan li Şîkagoyê ye û got:

"Di sê salên borî de gelek Kurd hatine vir. Li Şîkagoyê 5-7 hezar Kurd hene."

Piraniya Kurdan li taxên Albany Park û Rogers Parkê yên li beşa bakurê bajêr dijîn in û zêdetirê wan ji Başûrê Kurdistanê ne.

Hewldanên ji bo zimanê Kurdî

Navenda Çanda Kurdî ji bo fêrkirina ziman û çanda Kurdî jî dixebite.

Kerboranî eşkere kir ku wan bi şaredariyê re têkîlî daniye da ku dersa Kurdî li dibistanan bê dayîn û wiha pê de çû:

"Waneyên me yên fêrbûna Kurdî ji bo zarokan û wan Amerîkayiyên ku bi Kurdan re zewicîne hene.

Her wiha kursên me yên taybet ên ji bo govend û semaya Kurdî jî hene."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst