Çîroka hunermendê Kerkûkî: Ji evîna Baba Gurgur heta xerîbiya Ewropayê

11-10-2025
Zinar Şîno
Şêwekar Şêrwan Kerkûkî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Şêwekar Şêrwan Kerkûkî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şêrwan Kerkûkî Almanya Kerkûk
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hunermendê şêwekar ê navdar ê Kurd Şêrwan Kerkûkî, çîroka jiyana xwe ya ku ji kolanên Kerkûkê dest pê dike û li xerîbiya Ewropayê didome, vedibêje.

Ew bi hezkirineke mezin bajarê xwe yê pirçandî bi bîr tîne û piştî zêdetirî 30 salan li diyasporayê, hestên xwe yên kûr bi huner û helbestên xwe tîne ziman.

Şêrwan Kerkûkî sala 1963an li taxa Şeterlû ya Kerkûkê ji dayik bûye. Bavê wî xelkê Koyeyê û diya wî jî xelka Rewandizê bû.

"Wê demê Kerkûk ne ev Kerkûk bû"

Ew zarokatiya xwe û bajarê xwe bi hezkirineke mezin bi bîr tîne, dema ku bajar dergûşa pêkvejiyana aştiyane ya Xiristiyan, Tirkmen û Ereban bû.

Wî ji ber vê hezkirina xwe ya kûr, paşnavê "Kerkûkî" li navê xwe yê hunerî zêde kiriye.

Şêwekar Şêrwan Kerkûkî got, “Bavê min xelkê Korê ye û Xoşnaw im, diya min jî Rewandizî ye.

Hesta min a ji bo Kerkûkê ew e ku zarokatiya min tê bîra min, kolanên Kerkûkê tên bîra min.

Wê demê Kerkûk ne ev Kerkûk bû. Em di nav Xiristiyan, Tirkmen û Ereban de bûn, rojekê ji rojan pirsgirêka me tune bû."

Ji dibistanê direviya da ku li hunerê temaşe bike

Xem û xeyala hunerî ya Şêrwan ji temenê biçûkaniyê ve dest pê kiriye.

Di 11 saliya xwe de tabloya xwe ya yekem çêkiriye. Çîrokeke wî ya balkêş bi bavê wî yê rehmetî re heye, ku çawa bi dizî ji dibistanê direviya da ku li wênesaziya mamostayekî xwe mêze bike.

Şêrwan Kerkûkî wiha behs dike:

“Yekem tabloya ku min di zarokatiyê de çêkir, dema temenê min 11 sal bû, wêneyê Ednan Qeysî bû. Ew yekem tabloya min e ku tê bîra min.

Dikanek hebû ku wêneyên Xeyam çêdikirin... Ez jî her sibeh diçûm û li destên wî temaşe dikir.

Ez li wir rûdiniştim. Bavê min digot qey ez diçim dibistanê. Lê min xwe didizî û diçûm li ber wê dikanê rûdiniştim.

Mehek bi vî awayî derbas bû û ez neçûbûm dibistanê. Karkerê dibistanê ku bavê min nas dikir, hat û got: 'Mam Ezîz, ev mehek e kurê te nayê dibistanê.' Bavê min got: 'Çawa? Ez her sibeh wî radikim û dişînim dibistanê.'

Piştre, dema ku bavê min ez şandim dibistanê, bi dizî li pey min hat.

Dema hat, ez li ber dikanê rûniştî bûm. Got, 'Ev mehek e tu naçî dibistanê û li vir î?' Min got: 'Welleh, ez hatime li vî zilamî temaşe dikim.'”

Dema ku bavê wî bi vê yekê hesiya, li şûna ku wî şermezar bike, di geşkirina behreya wî de alîkariya wî kir.

Rêwîtiya ber bi Ewropayê ve û hevdîtina bi Tatlises re

Şêrwan Kerkûkî sala 1997an berê xwe dide Ewropayê û li Holendayê û piştre li Almanyayê bi cih dibe.

Berî ku berê xwe bide Ewropayê, li Tirkiyeyê ezmûna wî ya wênesaziyê li gel hunermend Îbrahîm Tatlises hebû.

Şêrwan Kerkûkî dibêje, “Îbrahîm Tatlisesê ku hûn di televîzyonan de dibînin, mirovekî gelekî baş û normal e. Wî tabloyên min dîtin û min nedizanî ku ew dê wan bibe ser ekranê.

Dema ku ez çûm û min destê wî girt, cara yekem bû ku min Îbrahîm Tatlises bi rastî li Kanal 6ê ya Tirkiyeyê dît.

 Min gelekî dixwest Ahmed Kaya bibînim, lê min ew nedît.”

Nêrîna wî li ser hunera modern

Nêrîneke cuda ya Şêrwan Kerkûkî derbarê hunera modern û post-modern de heye.

Bi baweriya wî, divê hunermend qonax bi qonax geş bibe û nabe ku ekolên hunerî yên klasîk bên piştguhkirin.

Wî derbarê vê yekê jî got, “Bila ew ji bo xwe bêje huner. Di felsefeya hunerê de tiştekî wisa tune ye.

Ku tu ji rastiyan birevî û hemû ekolan derbas bikî, lap bi navê modern biaxivî û tu hêj ekolên din nizanî. Yanî, divê tu qonax bi qonax biçî."

Jiyana li xerîbiyê û valahiya jiyanê

Jiyana Şêrwan li xerîbiyê tijî hilkişîn û daketin bûye.

Li Holendayê, jiyana hevbeş bi jineke xelka Helebceyê re ava kiriye lê mixabin hevjîna wî sala 2010an wefat dike û valahiyeke mezin di jiyana wî de çêdike.

Hestên xwe yên li ser wê demê bi van rêzikên helbestê tîne ziman:

“Ez dareke bêav, hişk û derizî me

Ez koçberekî Baba Gurgur û ji xizman qutbûyî me

Ez Kurdekî bê xanî û devgirtî me

Ez çav bi hêsir û ji axê derxistî me

Ez dengê Kurdekî mafxwarî me

Ez helbesta helbestvanan im, destaneke bi helbestan nivîsandî me

Ez kurê şevan im, di bin asmanê Kurdewariyê de hatime xwedîkirin”

Kerkûkî li ser wefata hevjîna xwe jî got, “Mirov heta ku mirovekî ezîz di jiyana xwe de ji dest nede, nizane çi valahiyekê li cem wî çêdike.

Yanî, nemana wê ji bo min valahiyek bû. Valahiyeke fireh di jiyana min de hişt. Weke ku min xwe di nava qadeke fireh de bi tenê dîtibe."

"Em ji Ewropayê têr bûne"

Zêdetirî 30 sal e Şêrwan di geşt û koçberiyê de dijî û li Ewropayê hest bi xerîbiyeke mezin dike.

Tevî ku li Ewropayê fêrî azadiya ramanê û sîstematîkbûnê bûye lê hest dike ku têkiliya civakî jê hatiye standin.

Wî li ser vê yekê jî got, “Li vir aramî tune ye. Hestkirina bi berpirsiyariyê zêdetir e, fêrbûna sîstemê, azadiya ramanê  ya herî girîng, mirov heta radeyekê xwe dibîne.

Ez hest bi xerîbiyeke pir mezin dikim. Yanî, niha li Ewropayê min bibin kîjan derê dilê min ne xweş e.

Ez hez dikim zarokên Kurd fêrî hunerê bikim. Em ji Ewropayê têr bûne. Vê derê têkiliyên civakî ji min standin."

Salên 2014 û 2018an Şêrwan vegeriya Kurdistanê bi wê hêviyê ku dersên hunerê bide zarok û ciwanên Kurdistanê lê ev hêvî û xwesteka wî hêj pêk nehatiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst