Weşanxaneya Pallê pirtûka komedyenê navdar Erdal Kaya çap kir

11-10-2025
RÛDAW
Nîşan Erdal Kaya Vik û Vala Pall Weşan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka yekem a komedyen û şanogerê Kurd Erdal Kaya, ji aliyê Weşanxaneya Pallê ve hate çapkirin.

Pirtûk ji teksta stand-upa wî ya bi navê “Vik û Vala” pêk tê, ku bi wê nîşandna li dehan bajar û welatan geriya bû û dengekî mezin vedabû.

Teksta stand-upê ji aliyê Erdal Kaya û Turgut Kaya (Rênas Kaya) ve hatiye nivîsandin.

Erdal Kaya bi pêşandana xwe ya “Vik û Vala” ne tenê gelek kes da kenandin lê herwiha rê li ber bi pêşketina çanda stand-upê ya bi Kurdî jî vekir.

Ji Paşberga Pirtûkê:

“Tam di wir de, di wê krîzê de yek hewce ye, yek. Çetîn abê! Hûn dikarin zava bi xwe re nebin wir ha lê divê Çetîn abê li wir be.

Di her sulaleyê de Çetîn abêyek heye, belkî di sulaleya we de navê wî ne Çetîn be lê ji sedî 75 Çetîn in. Çetîn abêyê malbata xwe bînin ber çavê xwe: metreyek û nîv, ji min jî kintir e, wilo bifikirin.

Porê wî her car şayîkkirî. Riha wî tuneye, her car diqusîne. Çileyê, havînê, ferq nake, her carê êlegek lê ye, ew êlegê bêmil. Du berîk li wir, du berîk li vir.”

Erdal Kaya Kî ye?

Erdal Kaya sala 1987an li gundê Keverzoyê yê girêdayî Êlihê ji dayik bûye.

Piştî ku li Êlihê bi amatorî dest bi şanoyê kir, li Zanîngeha Afyonkarahisarê beşa Ziman û Wêjeya Tirkî xwend.

Sala 2007an li Şanoya Bajêr a Afyonkarahisarê bi awayekî profesyonel dest bi lîstikvaniyê kir.

Piştî ezmûnên li şanoyên wek Yenîsahne, Şanoya Bajêr a Êlihê û Şanoya Bajêr a Amedê, berê xwe da stand-upê.

Bi nîşandanên “Vik û Vala” û “Zikopişto” navdar bû û niha jî jiyana xwe ya hunerî bi stand-upê didomîne.

Rênas Kaya Kî ye?

Rênas Kaya sala 1991ê jî li gundê Keverzoyê yê Êlihê, ji dayik bûye. Piştî xwendina Beşa Têkiliyên Gel û Danasînê, di sektora reklamê de xebitî.

Piştî wergirtina perwerdehiya nivîskariyê, wî bi Erdal Kaya re nivîskariya stand-upên “Vik û Vala” û “Zikopişto” kir.

Ew niha jî ji bo platformên medyaya civakî naverokan amade dike û xebatên xwe yên wêjeyî didomîne.

Pirtûk ji malpera fermî ya weşanxaneyê, pallwesan.com, û ji kitêbfiroşan dikare bê peydakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst