Seyda Perînçek: Divê Kurd bi Kurdî bijîn

12-01-2022
RÛDAW
Seyda Perînçek
Seyda Perînçek
Nîşan Seyda Perînçek Kurd Kurdî Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Seyda Perînçek bi rêya Rûdawê bang li malbatên Kurd kir û got, êrîşên gelek dijwar li ser zimanê Kurdî hene, lewma divê Kurd her li ku derê jî bin, girîngiyê bidin zimanê xwe û fêr bibin û bi Kurdî bijîn.

Hunermend Seyda Perînçek li ser girîngiya hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî ji aliyê xwendekaran ve peyamek bi rêya Rûdawê belav kir.

5 xalên girîng

Seyda Perînçek behsa 5 xalên girîng ên netewî kir, “Li ser zimanê Kurdî û xalên netewî dixwazim çend gotinan bibêjim; her miletek bi rengê xwe yê netewî heye. Ji bo ku mirov bine netew pênc xalên herî girîng hene: yekîtiya ziman, yekîtiya çandê, yekîtiya dîrokê, yekîtiya erdnîgariyê û yekîtiya aboriyê.”

Hunermendê Kurd dibêje, “Her netewek bi çand û rengê xwe, bi nirxwe yê netewî tê naskirin. Nirxê wî li gorî çand û dewlemendiya zimanê wî tê dayîn. Ji ber wê yekê xala herî giring ew e zimanê dayîkê Kurdî li hemû perçeyên Kurdistanê Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava zimanê bingehîn be.”

Êrişa li ser zimanê Kurdî

Perînçek amaje bi wê jî kir, “Wek ku tê zanîn li ser ziman, çanda û netewa me êrişeke dijwar heye. Bişaftineke navxweyî û ya bipergalî jî heye. Ji ber wê yekê em dibêjin zarokên me bila li dibistanan, li mala xwe, li ku derê dibe bila bibe bila zimanê seretayî û bingehîn yê dayîkê fêr bibin, bixwînin, bifikirin, xewnên xwe jî bi Kurdî bibînin, jiyana xwe bi Kurdî bijîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst