SEQIZ - Şikefta Kereftûyê ketiye lîsteya mîrata niştimanî

12-10-2025
RÛDAW
Ji bo Şikefta Kereftûyê festîvalek hat lidarxistin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ji bo Şikefta Kereftûyê festîvalek hat lidarxistin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şikefta Kereftûyê Seqiz Mîrata Niştimanî UNESCO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şikefta Kereftûyê ya li Seqiza Rojhilatê Kurdistanê wekî mîrata niştimanî hatiye tomarkirin.

Niha jî hewl tên dayîn ku Şikefta Kereftûyê di Lîsteya Mîrata Çandî ya UNESCOyê de bê tomarkirin.

Li nêzîkî şikeftê, li ser sînorê bajarê Seqizê yê parêzgeha Sineyê, festîvalek hat lidarxistin ku armanca wê balkişandina zêdetir a ser herêmê û Şikefta Kereftûyê bû.

Şikefta Kereftûyê 15ê Çiriya Paşîn 2022yan wekî şûnewarekî cîhanî di lîsteya demkî ya UNESCOyê de hat tomarkirin,lê hîn biryara dawî li ser nehatiye dayîn.

Şikefta Kereftûyê di navbera bajarên Dîwandere û Seqizê de ye.

Şikeft ji çar qatan pêk tê û du beşên wê xwezayî ne û du beşên din jî bi destan hatine çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst