Dadgehê derbarê şanoya 'Bêrû' de biryara xwe eşkere kir

16-06-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Îdarî ya Stenbolê di biryara xwe de ragihandiye ku qedexeya lîstika “Bêrû” şanoya bi Kurdî hiqûqî ye.

Dadgehê di biryara xwe de îdia kiriye ku Teatra Jiyana Nû (TJN) bi Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ve û ev navend jî bi PKKê ve girêdayî ye û qedexeya lîstika Bêrû şanoya bi kurdî li gor hiqûqê ye.

Qaymeqamiya navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê lîstika “Bêrû:Klakson Borîzan û Birt” a Teatra Jiyana Nû qedexe kiribû û Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) ji bo biryara qedexeyê betal bibe, serî li dadgehê dabû.

Dadgeha ku 31ê Gulanê biryara xwe daye û di biryarê de gotiye ku Teatra Jiyana Nû girêdayî Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ye û îdia dike ku NÇM jî “girêdayî rêxistina PKKê” ye.

Herwiha di biryarê de weke hincet hate gotin: “Bi biryara qedexekirina lîstikê hatiye xwestin ku rê li piştgiriya saziyên têkildarî terorê û piştgirîdanîna terorê bigrin. Ji ber vê yekê jî qedexeya lîstikê ne li dijî hiqûqê ye.”

Di metna biryarê de, hin konser û pêşandanên şanoyê yên ku NÇM ji 2014an vir ve li dar dixe hatine destnîşankirin. Di rapora navborî de, tê îdiakirin ku dahat pêşandanên şanoyê yên di Roja Cîhanî Jinan de û Newrozê “ji bo çalakiyên piştgirîkirina rêxistina terorê ya cûdaxwaz were bikaranîn.”

Biryar e Parêzerên Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê jî li dijî biryara dadgehê serî li Dadgeha Îstînafê bidin.

Qaymeqamtiya Gazîosmanpaşa, 13ê Cotmeha 2020an berî lîstik were nîşandan bi saetan, bi sedema ku dê “sîstema civakî têk bibe” lîstik di nav sînorên Gazîosmanpaşa de qedexe kiribû.

Lîstika Bêrû ku berhema şanogerê Îtalî Dario Fo ye, ji alîyê Dîlawer Zeraq ve hatiye wergerandin.

Lîstik bi derhênerîya Nazmî Karaman û bi lîstikvanîya Rugeş Kirici, Omer Şahîn, Rewşan Apaydin û Cîhat Ekîncî ve tê lîstin.

Teatra Jîyana Nû di bin banê Navenda Çanda Mezopotamya  de xebatên şanoyê bi rê ve dibe û ev 29 sal in xebatên xwe didomîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst