Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî ji Zaxoyê platformeke wergerê ya bi navê "Werger" çêkiriye ku bi rêya hişê çêkirî (AI) dikare zimanê Kurdî wergerîne 250 zimanên cîhanê.
Platforma ciwanê Zaxoyî Cîhad Kurdo Kurdî werdigerîne zimanên din û zimanên din jî werdigerîne Kurdî.
Cîhad Kurdo bû mêvanê bernameya Nûrojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin û got:
"Ew yekem û zîrektirîn platforma wergerê ya bi zimanê Kurdî ye.
Bi zaravayên Soranî û Kurmancî (Kurmanciya Badînî ya ku bi tîpên Aramî tê nivîsandin) dikare wergerê ji zimanê Kurdî li 250 zimanî û berovajî, hem bi nivîs hem jî bi deng bike."
Cîhad Kurdo da zanîn ku ew du sal in bi tena serê xwe li ser platformê dixebite û anî ziman:
"Min demeke dirêj data kom dikirin ku ev pirsgirêka min a sereke bû.
Ji aliyê programkirinê ve ti pirsgirêk derneketin pêşiya min."
Cîhad Kurdo diyar kir ku platform niha bi rêjeya ji sedî 80-90 rast wergerê dike û ew ji bo ku vê rêjeyê bigihîne ji sedî 100 bi berdewamî datayan lê zêde dike.
Kurdo eşkere kir ku niha mehane 25 hezar bikarhênerên çalak ên platformê hene û piraniya wan xwendekarên zanîngehê ne.
Platforma "Werger" niha belaş e û Cîhad Kurdo li ser paşeroja wê got:
"Di plana min de nîne ku ez van taybetmendiyên heyî bikim bi pere.
Dibe ku di paşerojê de ez hinek taybetmendiyên din lê zêde bikim û ew bi pere bin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse