Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend Hesen Şerîf berhemeke bi navê Were Derê belav kir ku berhemeke şahiyê ye û klîpek jî ji bo wê berhemê girtiye.
Hesen Şerîf ji Rûdawê re ragihand, wî bi xwe gotin û awaza berhemê amade kiriye ku berhem bi straneke Mihemed Arif Cizîrî dest pê dike. Wî ev berhem ji bo kêfxweşî û dilşadiya xelkê ya di biharê de belav kiriye. Hesen Şerîf diyar kir ku wî ji ber hin şahî, bîranîn û merasîmên olî belavkirina vê xebatê dereng xist û di destpêka biharê de dernexist.
Hesen Şerîf destnîşan kir ku klîpa stranê Ii hin deverên Behdînan ên wek Mizûrî, quntara Çiyayê Metîn hatiye girtin û got, “Mixabin, me nikarîbû herin cihên ku me dixwest dîmenên klîbê bigirin.”
Hesen Şerîf bi şêwazên cuda stran gotine, ji bilî berhemên neteweyî, felsefî û civakî, gelek berhemên şahî û dawetan jî çêkirine. Hunermend dibêje ku wî bi rengên cuda stran gotine, di nav wan de berhemên şahî û dîlanê jî hene lê naxwaze hemû giraniya xwe bide ser wê.
Hunermendê Kurd Hesen Şerîf xwe amade dike ku albumekê derxîne û li ser vê yekê jî got ku dê di albumê dê ji 11-12 stran hebin lê ne diyar e dê kengî derkeve, ji ber ku ew dixwaze berhemeke baş pêşkêş bike lez nake. Hesen Şerîf destnîşan kir, çend helbestvanan gotinên stranan jê re nivîsandine, hinek ji wan helbestên klasîk in. Wî got ku ew dixwaze ruhê karên xwe yên berê di vê albumê de pêşkeş bike, wek albûma 2007an a bi navê 'Ava û Av'.
Hunermend plan dike ku heta ku album derbikeve dem bi dem berhemên akustîk belav bike û anî ziman, “Em xebatên xwe yên hunerî didomînin ji ber ku huner beşeke jiyana me ye.”
Derhêneriya klîbê Nima Celîliyan kiriye û Sîpan Adil jî çavderiya berheman kiriye, klîp di kanala taybet a Hesen Şerîf di Youtubeyê de hatiye belavkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse