Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala 2yemîn a Navneteweyî ya Fîlman a Bexdayê ku li ser navê yek ji derhênerên navdar ên Îraqê Mihemed Şukrî Cemîl tê lidarxistin, hunermend û sînemagerên ji çar aliyê cîhanê anîn cem hev.
Festîvala ku 15ê Îlona 2025an dest pê kir û dê heta 22yê Îlonê berdewam bike, ji aliyê Sendîkaya Hunermendên Îraqê û Wezareta Çand, Geşt û Şûnwarnasiyê ya Îraqê ve tê organîzekirin.
Ev festîval ne tenê platformeke ji bo nîşandana fîlman e, di heman demê wekî çalakiyeke girîng a ku dan û standina çandî geş dike û rûyê rastîn ê Îraqê nîşanî cîhanê dide derdikeve pêş.
Yek ji navdarên cîhana medyaya civakî, Mînaya Fînlandî û Eliyê Îraqî di nav mêvanên taybet ên festîvalê de bûn.
Hevjînên ku bi jiyana xwe ya rojane û vîdeoyên xwe yên "xapînok" ên bi henek navdar bûne, ji Fînlandiyayê hatin Bexdayê û rastî eleqeyeke mezin hatin.
Elî ji Rûdawê re ragihand, "Ev festîval ji bo Bexda û Îraqê derfeteke gelekî baş û çalakiyeke ku dê mohra xwe lê bide ye.
Peyama ku ji cîhanê re tê dayîn ev e: Bexda baş e, Îraq baş e û bi welatên cîhanê re dicive."
Eliyê ku xelkê bajarê Nasiriyeyê yê Îraqê ye, sala 2015an çûye Fînlandiyayê.
Wî anî ziman ku demên wî yên destpêkê li wir ji ber hewaya sar (-30 pile) û cudahiya ziman zehmet derbas bûne lê niha ew fêrî wir bûye û bi Mînayê re xwedî şirketeke biçûk a xizmetguzariyê ne.
Lîstikvana Urdinî Nerîman Ebdulkerîm
Lîstikvana Urdinî Nerîman Ebdulkerîma ku bi rolên xwe yên di rêzefîlmên Bedewî de tê naskirin, yek ji mêvanên navdar ên festîvalê bû û bi cil û bergên xwe yên kevnar ên welatê xwe bal kişand.
Nerîman ji Rûdawê re axivî û kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna festîvalê anî ziman û got:
"Ev yekem beşdariya min e, hevdîtineke gelêrî ya hunerî ya gelekî xweş e. Ji aliyê hunerî, rewşenbîrî û civakî ve gelekî baş û dewlemend e."
Lîstikvana Urdinî diyar kir ku festîvalên bi vî rengî ji bo anîna çandên cuda ya cem hev derfeteke girîng in û wiha pê de çû:
"Di serî de lihevanîna çandên Ereban. Ez ji zarokatiya xwe ve li ser hunerê dixwînim û li berhemên hunerî yên Îraqê temaşe dikim. Ji bo min derfeteke bêhempa ye û ez gelekî kêfxweş im ku li vir im."
Wê diyar kir ku li Urdinê eleqeya ji sînemayê re têra xwe nîne û pesnê Îraqê da û biland:
"Hûn welatek in ku di demên herî zehmet de jî girîngiyê didin hunerê. Mixabin li cem me rewş ne wisa ye, înşalah rojên pêşiya me baştir bibin."

Lîstikvana Tûnisî Sabrin Ghanoudi
Lîstikvana Tûnisî Sabrin Ghanoudi bi du fîlmên cuda beşdarî Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Bexdayê dibe.
Wê bal kişand ser rolên xwe yên di fîlman de û teqezî li ser girîngiya festîvalê ya ji bo belavkirina çanda sînemayê kir û ji Rûdawê re wiha got:
"Gelek tiştan zêde dike. Ya yekem, gelek tiştan dide welat û ciwanan. Çanda temaşekirina fîlman û çanda hunerê belav dike.”
Sînemaya Tûnisê wekî Mêvanê Rûmetê yê 2yemîn Festîvala Fîlman a Bexdayê tê pêşwazîkirin û gelek fîlm û sînemagerên wî welatî wek mêvan hatine vexwendin.

Lîstikvana Îraqî Şeza Salim: Festîval rûyê rast ê Îraqê nîşan dide
Lîstikvana navdar a Îraqî Şeza Salimê diyar kir ku çalakiyên hunerî yên bi vî rengî wêneyê rast ê Îraqê nîşan didin û bersivek in ji wêneyê neyînî yê ku hewl tê dayîn ji bo welatê wê were çêkirin û ji Rûdawê re got:
"Ji ber ku li Bexdayê ye, Bexda ji bo min nûnertiya tevahiya Îraqê dike. Dema ez dibêjim Bexda, mebesta min tevahiya Îraqê ye.
Îraq welatek e ku divê em gelek tiştan pêşkêşî wî bikin û wêneyekî bidin kesên din ên ku hewl didin wêneyekî bi tevahî cuda li ser Îraqê nîşan bidin.
Îraq ev e. Çand û hunera Îraqê heye. Çand û huner hîn jî li pêş in û pêşeng in, çand û huner her tişt e."
Wê diyar kir ku lidarxistina festîvalan delîla herî baş gotinên wê ye û li pey çû:
"Delîla vê yekê jî ev festîval e, Festîvala 2yemîn a Navneteweyî ya Fîlman a Bexdayê, ev beşdariya girîng a Ereb û Îraqê, rêzgirtina ji jina Îraqî re û piştî çend rojan jî Festîvala Navneteweyî ya Şanoyê ya Bexdayê. Ev wêneyê rastîn ê Îraqê ye."
Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Bexdayê di beşên cuda de fîlman nîşan dide, di nav de fîlmên sînemayî yên dirêj, kurtefîlm, belgefîlm û fîlmên anîmasyonê.
Festîvala ku şandeyên ji welatên wekî Erebistana Siûdî, KuwÊt, Tûnis, Misir, Libnan, Urdin,
#VÎDEO - Festîvala Sînemayê ya Bexdayê tê lidarxistin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 16, 2025
Lîstikvan Şeza Salim: Îraq hêjayî vê yekê ye ku ev festîval werin sazkirin
Lîstikvan Suha Salim: Festîval pîrozkirina hunerê ye pic.twitter.com/XU98FlI9DP
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse