Hewlêr (Rûdaw) - Li Parîsê Festîvala 4emîn a Çanda Kurdî ya Parîsê dest pê kir.
Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê û dostên wan beşdarî festîvalê bûn.
Kurdan di Festîvala Çanda Kurdî ya Parîsê de cil û bergên Kurdî li xwe kirin û wan li kolanên Parîsê çanda Kurdî nîşan da.
Li Parîsa paytexta Fransayê Festîvala 4emîn a Çanda Kurdî ya Parîsê tê lidarxistin.
Festîvalê doh li ber Komeleya Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya dest pê kir.
Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê FCDK-BFê Azad Dogan ve hat kirin.
Azad Dogan hemû beşdarên festîvalê silav kirin û spasiya hemû kesên ku di organîzekirinê de ked daye kir.
Dogan diyar kir ku dê festîval 23yê Gulanê bi konsereke mezin bi dawî bibe û got:
“Heta 23yê Gulanê dê gelek çalakiyên me hebin. Em hemû gelê xwe vedixwînine festîvalê.
Ji bo ku em çanda xwe, nasnameya xwe vejînin, divê em bi awayekî herî bihêz xwedî li festîvala xwe derkevin û beşdar bibin.”

Kurd bi def, zirne û erbaneyan li kolanên Parîsê meşiyan
Kurdên ku li ber Komeleya Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya bi def, zirne û erbaneyan û bi awazên Kurdî kom bûbûn, heta Şaredariya 10emîn a Parîsê meşiyan.
Li ber şaredariyê, Seroka Şaredariya 10emîn a Parîsê Alexandra Cordebardê pêşwazî li beşdaran kir.
Li ber şaredariyê bi cil û bergên Kurdî û muzîka Kurdî govend hat gerandin.
Piştî wê, bernameyê di nav çarçoveya organîzasyonê de li hundirê şaredariyê berdewam kir.
Di çalakiya li şaredariyê de Seroka Şaredariya 10emîn a Parîsê Alexandra Cordebard, endama Meclisa Şaredariya Mezin a Parîsê Geneviève Gerigos, endamê Meclisa Şaredariya 10emîn a Parîsê Elie Josseli û endamê Meclisa Şaredariya Mezin a Parîsê û di heman demê de Alîkarê Serokê Şaredariya 19emîn a Parîsê François Bechieau, endamê Meclisa Şaredariya 10emîn a Parîsê Silvan Raifaud, endama Meclisa Reimsê Zabbaou Liman û Hevserokê Komeleya ACORTê Umît Metîn jî beşdar bûn.
#VÎDEO - Festîvala 4emîn a Çanda Kurdî ya Parîsê dest pê kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 18, 2025
Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê û dostên wan beşdarî festîvalê bûn pic.twitter.com/cZE1D2HRMN
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse