Fîlma Yilmaz Ozdil li Îtalyayê Xelata Baştirîn Kurtefîlma Mafên Mirovan wergirt

18-06-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Aforoz Yilmaz Ozdîl Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Riverê Îtalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma  Aforoz a derhênerê Kurd Yilmaz Ozdil, li 17emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Riverê, Xelata Baştirîn Kurtefîlma Mafên Mirovan wergirt.

Kurtefîlma Derhenerê Kurd Yilmaz Ozdîl ya bi navê “Aforoz” heta niha  beşdarî zedetirî 50 festîvalan bûye û di 8 festîvalan de jî hatiye xelatkirin.

Fîlma Afozor di festîvalên li Yunanistan, Swêd, Îspanya, Cezayîr û di Festîvala Fîlman a Duhokê de hatiye xelatkirin. Filmê herî dawî li festivala Riverê ya Îtalyayê ku weke yek ji festivalên herî bi prestîj tê naskirin, xelata kurtefilma herî baş  bidest xist.

Yilmaz Ozdîl yek ji derhenerên Kurd e ku di van salên dawî de berhemên wî rastî elaqeyeke mezin tên. Ozdîl bi fîlma “Barê Giran” beşdarî gellek Festîvalan bibû û bi dehan xelat wergirtibûn. Yilmaz Ozdîl îsal jî bi fîlma xwe ya bi navê “Aforoz” dîsa beşdarî festîvalan dibe.

Fîlma Afozor heta niha li Yunanistan, Swêd û di Festîvala Duhokê de weke fîlma herî baş hatiye xelatkirin. Fîlmê di heman demê de li Îspanyayê xelata baştirîn lîstikvan, li Îtalyayê xelata baştîrin 2 xelatên mansîyon û li Cezayîrê jî xelata baştirîn derhêner wergirtiye. Film li Îtalyayê bo cara duyem weke kurtefîlma herî baş hate xelatkirin.

Senaryoya fîlma Aforoz jî her dîsa ji aliyê Yilmaz Ozdîl ve hatiye nivîsin, fîlm li Hîzan a Bedlîsê hatiye kişandin û behsa çîroka rêwîngiya Ziko û Lalo dike, Ziko weke kesekî nexweşiya derûnî pê re heye piştî ku tawanekê dike bi biryara gundiyan ji gund tê derxistin û dixwaze xwe bigihîne bajêr û di rê de jî Lalo dibîne û çîroka wan destpê dike.

Di fîlma Aforoz de ji Başurê Kurdistanê jî lîstikvanên weke Tariq Akreyî û Saman Mistefa jî cih digirin. Di derbarê fîlma Aforoz de Yilmaz Ozdîl ji Rudawê re axivî û got: “Fîlma Aforoz bi keda zêde û bi ekîbeke baş hatiye amadekirin, em heta niha beşdarî 50 festîvalan bûne û fîlma me gellek caran jî hatiye xelatkirin, Aforoz bi taybetî di qada nawdewletî de rastî elaqeyeke baş hat. Me di festivala Riverê ya Îtalyayê de jî xelat wergirt. Ez spasiya hemû kedkarên filmê û rêveberên festivalê dikim xebatên me dê berdewam bin.

Yilmaz Ozdîl kî ye?

Sala 1979an li navçeya Gever a Colemerêgê ji dayîk bûye, mastera xwe ya sînemayê li Zanîngeha Panthéon Sorbonne temam kiriye û sala 2013an li Zanîngeha Sorbonne Nouvelle dercûyê doktorayê ye, li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê mamosta ye. Aforoz duyem fîlma wî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst