Hewlêr (Rûdaw) - Komedyen û stand-uper Erdal Kaya li bajarê Den Haagê yê Holendayê performanseke serkeftî pêşkêş kir.
Lîstika Erdal Kaya ya bi navê "Zikopişto" ku doh hat nîşandan, ji aliyê temaşevanan ve gelek hat ecibandin.
Organîzasyona nîşandanê ji aliyê Bêje Productionê ve hat kirin.
Temaşevanên ku salon dagirtibû, performansa Erdal Kaya li ser pêyan bi çepikan pêşwazî kir.
Di şiroveyên ku di dawiya şevê de hatin kirin de, hat destnîşankirin ku "Zikopişto" xwedî pêkhateyeke hem kêfxweşker û hem jî hizirandinê ye.
Nîşandana ku rastî eleqeyeke mezin hat, di çarçoveya turneya Ewropayê de dê di rojên pêş de li bajarên Munîh, Zurîh û Baselê jî derkeve ser dikê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse