Seyîdxan Sevînç klîpa xwe ya nû belav kir: 'Perwaz'

19-07-2025
RÛDAW
Seyîdxan Sevînç klîpa xwe ya nû belav kir / Wêne: Ji ber dîmenan
Seyîdxan Sevînç klîpa xwe ya nû belav kir / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Seyîdxan Sevînç Perwaz Muzîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Seyîdxan Sevînç, berhema xwe ya nû ya bi navê "Perwaz" li gel klîpeke taybet pêşkêşî hezkiriyên muzîkê kir.

Stran bi şêwaza xwe ya modern û bi naveroka xwe balê dikişîne.

Perwaz bi awayekî serkeftî rocka alternatîf û motîfên muzîka Kurdî di nava xwe de dihewîne.

Sevînç di vê strana xwe de jî, wekî berhemên xwe yên din, li ser pireke di navbera kevneşopî û nûjeniyê de dimeşe û dengekî nû pêşkêş dike.

Klîpa stranê li ser banê avahiyekê hatiye girtin û tê de Sevînç li gel koma xwe performansê nîşan dide.

Seyîdxan Sevînç yek ji wan hunermendên Kurd ên ciwan e ku xwedî bingeheke girîng a guhdaran e.

Piştî belavbûna klîpa Perwazê li ser platformên civakî rastî ecibandineke mezin hat.

Berhema nû ya Sevînç li ser hemû platformên dijîtal ên muzîkê yên wekî YouTube û Spotifyê cihê xwe girtiye.

Hunermendê Seyîdxan Sevînç ji bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst