EFRÎN - Hemû di erdhejê de sêwî man, bi ahengekê xemên xwe sivik dikin

20-08-2023
RÛDAW
Ji bo zarokên sêwî li Cindirêsê ahengek hat lidarxistin
Ji bo zarokên sêwî li Cindirêsê ahengek hat lidarxistin
Nîşan Medarat Kurd Kobanî Malper Efrîn Aheng Zarok Peymangeha Aryayê ya Muzîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nahiyeya Cindirêsê ya Efrînê ji bo zarokên ku di erdheja 6ê Sibatê de sêwî mane ahangek hat lidarxistin.

Peymangeha Aryayê ya Muzîkê 25 zarokên sêwî fêrî jenîna muzîkê û 75 zarokên din jî fêrî şêwekariyê dike.

Peymangeha Aryayê ya Muzîkê piştî zêdetirî meh û nîvekê ji fêrkirinê, ji bo wan zarokan ahengek li dar xist.

Di ahengê de zarokên ku fêrî mûzîkê bûne muzîk jenî û hinek zarokan stranên Kurdî û Erebî gotin.

Zarokên ku fêrî şêwekariyê bûne jî tabloyên xwe nîşan dan.

Zarok bi fêrbûna wênexêziyê û nîşandana tabloyên xwe kêfxweş bûn.

Di gelek tabloyan de behsa êşa ziyandîtiyên erdhejê tê kirin.

Herwiha gelek kesayetiyên Efrînî û rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî ahengê bûn.

Yek ji armancên ahengê başkirina moralên zarokên sêwî bû.

Li aliyê din, hinek rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî da vê ahengê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst