Yûsif Talib piştî 16 salan xewna xwe pêk anî û Mehrûmî Yar belav kir

20-09-2025
Hêmin Ebdullah
Hunermend Yûsif Talib bû mêvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hunermend Yûsif Talib bû mêvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Yûsif Talib Mehrûmî Yar
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Yûsif Talibê ku bi karên xwe yên kêm lê bi naverok tê naskirin, strana xwe ya nû ya bi navê "Mehrûmî Yar" cara ewil bi rêya Rûdawê belav kir.

Çîroka stranê vedigere 16 sal berê û çîrokeke tijî soz û hestan dihewîne ku bi hevkariya mamostayekî ji Îranê yê navdar gihîştiye guhdaran.

Hunermend Yûsif Talib ku karên kêm lê bi naverok pêşkêş dike, straneke nû bi navê "Mehrûmî Yar" belav kir.

Çîroka 16 salan

Yûsif Talib behsa çawaniya çêbûna vê berhemê kir û got:

“15-16 sal dibe ku di xeyala min de ye ez li ser vê stranê kar bikim."

Wî çîroka bavê xwe vegot ku di dema nexweşiya wî de jê xwestibû wesiyetnameyekê ji wî re binivîse.

Dîwana Safî Hîranî, piştî başbûna tenduristiya bavê wî dikeve destê wî û helbesta "Mehrûmî Yar" bala wî dikşîne.

Di heman demê de melodiyeke xweş jê re datîne lê ji ber koçkirina xwe ya Ewropayê nikare li ser bixebite.

Hevkariya hunerî ya li ser sînoran

Yûsif Talib li Brîtanyayê, bi rêya mamoste Seyid Elî Cabirî, têkiliyê bi mamoste Tewhîdî Ezîz re li Îsfehanê datîne.

Mamoste Tewhîdî ku bi hunermendên wekî Şehramê Nazirî re kar kiriye, melodiyê tomar dike û bi awayekî xweştir sererast dike.

Awazçêker Tewhîd Wehîd jî got, “Tê bîra min ku birêz Yûsif Talib çend sal berê têkilî bi min re danî û xwest ku ez li ser helbesta Safî Hîranî awazekê çêkim.

Wî bi xwe li ser beşek ji helbestê awazek danîbû ku bi baweriya min guncaw û bi bandor bû.

Min jî ew awaz berfirehtir kir û strana 'Mehrûmî Yar' çêkir.

Ev stran li ser meqamê sî bemol mînor e û herî zêde nêzîkî awaza Efşarî û destgeha Newayê ye.

Hêvî dikim hûn ji dîtin û bihîstina vê berhemê kêfxweş bibin."

"Kêm derketin ji zû windabûnê baştir e"

Yûsif Talib derbarê kêm xuyakirina xwe jî wiha got:

“Kêm derketin ji pir derketinê û ji zû windabûnê baştir e. Li ser vê berhemê demeke dirêj hatiye xebitîn û guman tê de nîne ku dê sed salan bimîne."

Wî her wiha rewşa penaberiyê û nebûna sponseran wekî sedemên din nîşan da ku nahêlin hunermend karibin zû bi zû berheman belav bikin.

"Helbesta klasîk wekî fîlmeke sînemayê ye"

Yûsif Talib bal kişand li ser girîngiya helbesta klasîk û got ku ew zêdetir li ser şêwaza îrfanî dixebite û wiha domand:

“Helbesta klasîk gelekî dewlemend e, senaryoyeke xweş e, wêne ye. Tu çi bixwazî di helbesteke klasîk de bibînî, bê guman tu dibînî.

Hin helbest dema dibin stran, wekî fîlmeke sînemayî tên dîtin û bandoreke mezin li derûniya guhdaran çêdikin.

Ji ber wî ruhê îrfanî yê tê de ye, li gel muzîka kevneşopî gelekî li hev tê."

Mizgîniya berhemên nû

Yûsif Talib mizgîniyên nû da guhdarvanên xwe û ragihand ku gelek berhemên wî yên din jî amade ne û got:

“Ne çend, gelek melodiyên min ên din hene û amade ne, ez dê li ser wan kar bikim.

Hunera min her tim tijî awazên nebihîstî, tijî helbestên xweş û tijî stranên nedîtî û nebihîstî ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst