Hewlêr (Rûdaw) - Kovara Derûnnasiyê “Psychology Kurdî” bi hejmara xwe ya 21ê li ber destê şopînerên xwe ye.
Di vê hejmarê de mi jar “Wêje û Derûnnasî” ye.
Di vê nivîsê de Azad Dildar, Ramazan Pertev û Gulbeyaz Bozan bi nivîsên xwe balê dikişînin ser mijarê cuda.
Fatma Savci, Gulîzer, Kenan Subaşi, Hesen Ildiz û Mehmet Hanifi jî gelek pirsên kovarê bersivandine.
Nivîsên Mûrad Dildar, Leyla Turhan, Enver Îlerî, Gulperi Gunduz, Alî Îhsan Yaka, Nûjen Yuksel, Îlyas Tunç, Elîxan Bozan jî di vê hejmarê de cihê xwe digirin.
Mêvana “Pirs û Bersiv” ya vê hejmarê jî Aslîka Qadir e.
Psychology Kurdiyê bi vê nivîsê hejmara xwe ya 21ê daye nasandin:
Merheba xwendevanên hêja,
Bi hejmareke nû û bi dosyeyeke balkêş em dîsa pêşberî we ne. Mijara me ya vê hejmarê “Wêje û Derûnnasî” ye. Ev her du dîsîplîn ku di navenda wan de mirov heye, bi kûrahî bi hev ve girêdayî ne û alozî û kûrahiya ruhê mirov radixînin ber çavan.
Dema derûnnasî cîhana hundirîn a takekesî analîz dike û alîkariyê dike ku takekes xwe nas bike, wêje jî dibe dengê vê cîhana hundirîn. Êş, bextewarî, xwestekên tepisandî û trawmayên mirovan di metnên wêjeyî de bi kûrahiya hunerî derdikevin holê. Wêje ji bo mirov, ji bo tenêtiya wî, ji bo bêwatebûn û nediyariya wî atlaseke xeyalî ya dewlemend pêşkêş dike û têgihîştinekê dide. Wêje, wekî qadeke terapiyê, êşê vediguherîne û dike ku meriv bikaribe biaxive.
Di vê hejmarê de;
Azad Dildar, bi nivîsa xwe ya “Wêje û Psîkanalîz: Diyalogeke Bêdawî di Neynika Giyanî de”, li ser têkiliya psîkanalîz û wêjeyê radiweste, vê têkiliya dîrokî û kûr bi berfirehî şîrove dike.
Ramazan Pertev bi nivîsa xwe ya “Çîroka Şengê û Pengê: Tirsa Dûrketina ji Dayikê”, vê çîroka kurdî ji aliyê psîkanalîzê ve şîrove dike.
Gülbeyaz Bozan bi nivîsa xwe ya ‘Girîngiya Pirtûkan ji bo Geşedana Zarokên 0-6 Salî û Wêjeya Zarokan a Kurdî’ girîngiya wêjeya zarokan vedikole û li ser kêmasiya berhemên kurdî yên li ser mijarên girîng ên geşedanê disekine.
Helbestvan Fatma Savcı û Gulîzer, akademisyen Kenan Subaşı, psîkiyatrîst/nivîskar Hesen Ildız, şêwirmendê derûnî/nivîskar Mehmet Hanifi di çarçoveya dosyeya ‘wêje û derûnnasî’yê de pirsên me bersivandin. Di van hevpeyvînan de em li ser têkiliya dualî û kûr a navbera wêje û derûnnasiyê, wêje û psîkanalîzê, bandora kurdbûn û jinbûnê li afirîneriya edebî û têkiliya derûniya nivîskar/helbestvan û berhemê bi hûrgilî rawestiyan. Herwiha rewşa edebiyata zarokan a kurdî ya îro, kêmasiyên wê yên ji aliyê pedagojîk ve û pêşniyazên bo nivîskar, weşanxane, mamoste û dêûbavan jî bi berfirehî hatin nirxandin.
Mûrad Dildar bi nivîsa xwe ya ‘Temsîliyeta Çîrokan di Psîkopatolojiyê de: Lehengên Çîrokan û Taybetmendiyên Wan ji Aliyê Sîndromên Psîkolojîk ve’ nîşan dide ka çawa lehengên çîrokan di derûnnasiya klînîk de bûne sembolên sîndromên derûnî û di psîkopatolojiyê de rola wan dinirxîne.
Leyla Turhan, bi nivîsa xwe ya “Nirxandineke Psîkanalîtîk, Civakî û Çandî ya Romana Helîm Yusiv ‘Wehşê di Hundirê Min de’”, li ser romana Helîm Yusiv rawestiyaye û vê distopyaya alegorîk bi berfirehî analîz dike.
Enver İlerî bi nivîsa xwe ya “Binqonaxên Trawmaya Civakî di Çîrokên Bavê Nazê de” li ser trawmaya civakî radiweste û behsa bandorên wê yên giran dike.
Herweha Gülperi Gündüz bi nivîsa xwe ya “Xizmeta Civakî, Dîlemayên Etîk û Pêvajoya Biryardayîna Etîk”, Ali İhsan Yaka bi nivîsa xwe ya “Tenêtiya Psîkopatolojîk”, Nûjen Yüksel bi nivîsa xwe ya “Mekanîzmayên Noral ên Guhertina Ziman: Çavkaniyên Duzimanî”, İlyas Tunç bi nivîsa xwe ya “Huner û Zanist ji bo Xwenasînê” û Elîxan Bozan bi nivîsa xwe ya “Adolescence: Lêgerîna Nasnameyê û Tenêtî” bi me re ne û di vê hejmarê de mevanê me yê ‘Pirs û Bersiv’ê jî Aslîka Qadir e.
Heta hejmareke din bimînin di xweşiyê de.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse