Hewlêr (Rûdaw) - Roja Çarşemê di vîdyoyekê de ku li ser torên civakî hatiye belavkirin, keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ya ku bûye sembola xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê straneke hunermenda Îranî Googoosh dibêje û bi xwe re karvedanan tîne.
Stran di nava demjimêrekê de di piraniya medyayên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û her wiha di torên civakî de hat belavkirin û careke din rê vekir ku navê Jîna Emînî bibe trend li ser torên civakî.
Googoosh jî li ser hesabê xwe yê Instagramê nivîsî, “Ey kesên ku nahêlin çanda tolhildanê di nav gelên Îranê de bimire, bawer bikin, vê carê hûnê di bin giraniya tolhildana herî dijwar a dîroka Îranê de biperçiqin.”
Googoosh her wiha nivîsiye ku ew ê dê heta dawiya temenê xwe vê stranê ji bo bîranîna Jîna Emînê bêje.
Jîna Emînî roja Înê 16ê Îlona 2022an bi tohmeta pabendnebûna bi hîcabê ji aliyê Polîsên Exlaqê yên Îranê ve hatibû desteserkirin û piştî ku ew birin Rêveberiya Polîsan a Wezîran li wir rastî îşkenceya polîsan hat û li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Navê Jîna Emînî bû sembola xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Niştecihên bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî mehekê ye xwepêşandanan li dar dixin û dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” berz dikin.
Dîmeneke nû yê #JînaEmînî ku straneke hunermenda navdar a Îranê #Googoosh dixwîne
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 20, 2022
Piştî belavbûna dîmenê nû, Googoosh ragihand, "ez dê heta dawiya temenê xwe vê stranê ji bo bîranîna #MahsaAmini bêjim."#مهسا_امینی #ژینا_امینی pic.twitter.com/OoQegIYGNH
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse