Fuara Pirtûkan a Amedê: Weşanxane bi hêvî ne, gel bi kelecan e

21-10-2025
Abdulselam Akinci
Fuara Pirtûkan a Amedê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Fuara Pirtûkan a Amedê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Zimanê Kurdî Fuara Pirtûkan a Amedê
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Weşanxaneyên ku beşdarî Fuara Pirtûkan a Amedê bûne bi hêvî ne û bangî xwênerên Kurd dikin, “Ji bo zimanê xwe werin pêşangehê.”

Îsal 32 weşanxaneyên Kurdî bi hezaran berhemên xwe beşdarî Fuara Pirtûkan a Amedê bûne.

Weşanger û nivîskar hêvî dikin ku xwênerên Kurd eleqeyeke baş nîşanî fuarê bidin da ku weşanxaneyên Kurdî bihêztir bibin û nivîskar jî berhemdartir bin.

Ew dibêjin ku ji ber rewşa taybet a zimanê Kurdî, divê zêdetir xwedî li weşangeriya Kurdî bê derketin.

Weşangerên Kurd di hemû cureyên edebiyatê de berhemên curbicur ên Kurdî li standên xwe pêşkêşî xwêneran dikin.

“Kêfa min ji vê kedê re tê”

Xwîner Mihemed Wanî got, “Ji bo min li ser navê Kurdî çi hebe girîng e. Ji bo wê hatime.

Min gelek pirtûk jî standin. Zimanê Kurdî di herikîna dîrokê de bêşansî û bêbextiyeke mezin dîtiye.

Ji ber wê ez vê kedê dibînim, dema li nivîskaran dinêrim, kêfa min tê.”

Helîme Erdoganê jî got, “Ez ji edebiyatê hez dikim. Ji xwe ez xwendekara Beşa Kurdî me. Loma jî ez hez dikim, dikirim û dixwînim.”

Erdogan Alpaslan jî anî got, “Pirtûkên Kurdî van salên dawî gelekî bi pêş ketine.

Hem di aliyê naverokê hem jî di aliyê edebiyatê de.

Ji ber wê ez dixwazim xwênerên Kurd pirtûkên Kurdî bixwînin.”

Xwîner Qedrî Sipranî jî da zanîn ku ew ew ji helbestê gelekî hez dike û got:

“Ez helbestan dinivîsim jî lê wekî din pirtûkên zarokan, roman, çîrok û folklorê jî dixwînim.”

Avşîn Şêxbiziniyê jî yar kir ku kêfa pir ji fuar re hatiye û got:

“Li vir weşanxaneyên Kurdî gelek in. Em yek bi yek li pirtûkên wan dinêrin. Pir xweş e.”

“Divê xelk ne ji bo me, ji bo xwe alîkariyê bike”

Li gel şertên neyînî yên weşangerî û edebiyata Kurdî jî weşanxane û nivîskar bi yek dengî dixwazin ku bazara Kurdî geştir bikin û rêjeya xwendina Kurdî jî berbelavtir bibe.

Nûnera Weşanxaneya Avestayê Songul Keskînê got, “Ji bo ku Kurdî bijî, li Tirkiyeyê statuyek ji bo Kurdî pêwîst e.

Bêstatûbûn rê li ber Kurdî digire. Eger em hîn jî li pey bazara Ehmedê Xanî ya 200-300 sal berê bin, ev nabe, problemeke cidî ye.

Lê eger tenê 5 salan jî li dibistana seretayî perwerdeya bi Kurdî zerûrî bibe, xeterî li pêş Kurmancî û Zazakî namîne.”

“Bandora fuaran pir baş e"

Nûnerê Weşanxaneya Payîzê Jêhat Rojhilat jî got:

“Bandora fuaran pir baş e. Em wekî kar û zererê li pêşangehan nanêrin, ji ber ku xwîner û nivîskar li vir digihîjin hev.”

Xwediyê Weşanxaneya Peywendê Xalid Sadinî jî da zanîn ku 32 weşanxaneyên Kurdan beşdar bûne û bi hezaran pirtûkên Kurdî birine û wiha domand:

“Di bin vê gefa asîmîlasyonê de ku ev qasî weşanxane hatine, divê xelk alîkariyê bike, ne ji bo me, ji bo xwe.”

Nivîskar Mehmet Uncu jî got, “Bi taybetî pirtûkên Kurdan ên li ser folklor, edebiyat û dîroka Kurdan bala xwênerên ciwan dikşînin.”

Xwediyê Weşanxaneya Nayê Berfo Bariyê jî got, “Bi taybetî em li benda sê rojên dawî ne ku xwendekarên Amedê beşdarî fuarê bibin û bi nivîskaran re rû bi rû pirtûkên xwe îmze bikin.”

Fuara pirtûkan 18ê mehê dest pê kir û bi giştî 205 weşanxaneyên Kurdî û Tirkî beşdar in.

Fuar dê heta 26ê vê mehê vekirî be û heta roja dawî dê zêdetirî 300 çalakiyên wekî panel, rojên îmzeyê û gotûbêjan bên lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst