Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî: Şerm e ku hîn zimanê me yê fermî tune

10-05-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Çalakiyeke ji bo Kurdî/Wêne: Rûdaw
Çalakiyeke ji bo Kurdî/Wêne: Rûdaw
Nîşan Cejna Zimanê Kurdî DEM Partî MED-DER Kurdî Cemîle Turhalli
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di serî de li Amed, Wan û Êlihê, li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê dê rêzeçalakî bên lidarxistin.

Ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û avakirina hişmendiya ziman dê komxebat, panel û konferans bên lidarxistin.

Welatiyên li Amedê bangî siyasetmedar û şaredaran kir ku ew beriya hemû kesî xwedî li ziman derkevin û ji civakê re bibin mînakeke baş.

Amadekariyên Cejna Zimanê Kurdî

Sazî û dezgehên ziman xwe ji 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî re amade dikin.

Lê îcar qîma xwe tenê bi daxuyanî û meşekê nayînin.

Ji Amedê heta Wanê, ji Êlihê heta Rihayê û li gelek bajar û navçeyên din, ji 11ê Gulanê heta 1ê Hezîranê dê komxebat, panel, konferans û konser bên sazkirin.

Ev rêzeçalakî ji aliyê saziyên ziman, DEM Partî û DBPyê ve tên birêvebirin.

Ji bo van çalakiyan banga beşdarîbûn û xwedîderketinê hat kirin.

Hevserokê MED-DERê Rifat Ronî anî ziman, “Em dê konser, mîhrîcan, şahî, panel û foruman li dar bixin.”

Berdevka Komîsyona Ziman a DEM Partiyê jî dirûşma rêzeçalakiyên ziman “Her dem Kurdî û Her der Kurdî” bi bîr xist û bangî siyasetmedar û şaredaran û pêşengan kir ku Kurdî bikin zimanê bazarê.

“Divê em ziman bikin Kurdewarî”

Berdevka Komîsyona Ziman a DEM Partiyê Cemîle Turhalliyê got:

"Ya muhîm ev e ku em di warê giştî de ziman bi kar bînin.

Helbet em dê li her derê vê bikin, eger zimanê siyasetê bi Tirkî be divê em bikin bi Kurdî.

Eger zimanê aboriyê bi Tirkî be, divê em bikin bi Kurdî.

Eger zimanê civakê û bazarê cuda be, divê em zimanê wê jî bikin bi rengê Kurdî.

Divê em wî zimanî bikin Kurdewarî. Armanca me bi rastî jî ev e.”

Xelkê Amedê jî bal kişand ku polîtîkayên bişaftin û helandina ziman roj bi roj bi bandortir dibin û xwest hemû kes xwedî li ziman derkeve, nexasim jî kesên ku pêşengiya Kurdan dikin.

“Şerm e ku zimanê me yê fermî tune”

Welatiya bi navê Panayîrê diyar kir, “Di sedsala 21emîn de, bi rastî jî ev şerma dinyayê ye ku hîn jî zimanê me yê fermî tune. Ne wisa ye?”

Welatî Ezîz Turgut got, “Divê pêşî evên ku pêşengiya vî karî dikin bi zar û zêçên xwe re, bi malbata xwe re bi zimanê xwe bipeyivin.”

“Divê dê û bav zarokên xwe fêrî Kurdî bikin”

Dengbêj Emerê Entaxê got, “Ferz e ku dê û bavê wan zarokan ew hînî zimanê Kurdî bikin.”

Cejna Zimanê Kurdî

Yekemîn kovara Kurdî ya bi tîpên latînî Hawarê 15ê Gulana 1932yan bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan dest bi weşanê kir.

Hawar di avakirina bîra neteweyî de bû stûneke qewîn û bingehîn.

Ji ber vê yekê salvegera Hawarê li bakurê welêt wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst