BRÎTANYA - Ji bo Şivan Perwer dê çalakiya rêzgirtinê bê lidarxistin

23-05-2025
Idris Okuduci
Nîşan Şivan Perwer CKP London Brîtanya Îbraîm Doguş
A+ A-

London – Li Londonê paytexta Brîtanyayê ji aliyê Centre for Kurdish Progress -CKP- çalakiyek ji bo rêzgirtina hûnermendê bi nav û deng ê Kurdistanê Şivan Perwer tê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya CKPyê wê mazûvaniya civîneka taybet bo muzîkjen, helbestvan û çalakvanê îkonîk ê Kurd Şivan Perwer bê kirin.

Hatiye eşkerekirin ku dê parlamenter, nûnerên civaka sivîl û endamên civaka Kurd ên li Brîtanyayê di vê bernameyê de li hev bicivin.

Şeva rêzgirtina hunermendê Şivan Perwer 2yê Hezîranê li Parlamentoya Brîtanyayê bê lidarxistin.

Damezrîner û Rêveberê CKPyê Îbrahîm Doguş li ser bernameya rêzgirtina Perwer ji Rûdawê re got,

“Em gelek serbilind in ku vê xelatê didin Şivan Perwer, kesayetiyekî efsanewî ku muzîk û peyamên wî ji bo gelek nifşên Kurd û dostên Kurdistanê li çar aliyê cîhanê belav bûye.

Dilsoziya Şivan a ji bo çand, zimanê Kurdî û têkoşîna ji bo edaletê bi rêya hunerê ne kêmî tiştekî bêhempa ye.

Ev çalakî ne tenê rêzgirtinek ji bo karen wî yên bênavber e lê di heman demê de ji bo rola wî ya daîmî wekî dengeke ji bo gelê Kurd û çirayeke hêviyê ye di demên dijwar de.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst