Piştî Fransayê, li Brîtanyayê jî banga naskirina Dewleta Filistînê

26-07-2025
RÛDAW
Nîşan London Filistîn Brîtanya Keir Starmer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî sêyeka parlamenterên Brîtanyayê nameyek îmze kir û wan bangî hikûmetê kir ku Filistînê wekî dewlet nas bike.

Fransayê jî ragihandibû ku dê meha îlonê Dewleta Filistînê nas bike.

Li Brîtanyayê 221 parlamenteran ku zêdetirî nîvê wan ji Partiya Karkeran in, nameyeke hevpar îmze kir û wan diyar kir ku gaveke bi vî rengî dê peyameke "bi  hêz" bide û dê ji bo çareseriya du-dewletî bibe gaveke girîng.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî ragihandibû ku ew dê îlonê Dewleta Filistînê nas bike.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, piştî hevdîtinên xwe yên bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz re daxuyaniyek da û diyar kir ku naskirina Dewleta Filistînê divê bibe beşek ji "planeke berfirehtir ku di dawiyê de bibe sedema çareseriya du-dewletî."

Li Xezeyê metirsiya birçîbûnê

Daxuyaniyên saziyên alîkariyê yên navneteweyî yên derbarê birçîbûna li Xezeyê zêde dibin.

Bernameya Xwirekê ya Cîhanê (WFP) hişyarî da ku li Xezeyê pêdiviya bi xwarinê gihiştiye asteke gelekî metirsîdar.

Hat destnîşankirin ku niha pêdiviya 90 hezar jin û zarokî bi dermankirina bilez heye.

Îsraîlê doh ragihand ku ew dê di rojên pêş de rê bide welatên biyanî ku alîkariyên mirovî ji esman bigihînin herêmê.

Starmer: Em dê her rêyê biceribînin

Serokwezîrê Brîtanyayê Starmer ji rojnameya The Mirrorê re gotarek nivîsand û got:

"Nûçeya ku Îsraîl dê rê bide welatan ku alîkariyê ji esman bigihînin Xezeyê gelekî dereng hat lê em dê bi vê rêyê çi ji destê me bê bikin da ku alîkariyê bigihînin xelkê."

Starmer her wiha diyar kir ku ew "hewlên xwe bi lez zêde dikin" da ku zarokên ku pêdiviya wan bi alîkariya bijîşkî ya bi lez heye ji bo dermankirinê derbasî Brîtanyayê bikin.

Wî da zanîn ku hikûmet dê "her cure rêyê biceribîne" da ku alîkariya xwarinê bigihîne Filistîniyan û li ser hesabê xwe yê Xê jî wiha got, "Divê ev karesata mirovî bi dawî bibe."

Almanya, Fransa û Brîtanyayê bangî Îsraîlê kir

Almanya, Fransa û Brîtanyayê di daxuyaniyeke hevpar de bangî Îsraîlê kir ku "bi lez astengiyên li ser çûyîna alîkariyê" ya ber bi Xezeyê ve rake.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Karesata mirovî ya ku em li Xezeyê şahidiyê wê dikin, divê êdî bi dawî bibe.

Astengkirina alîkariya mirovî ya bingehîn ji bo gelê sivîl nayê qebûlkirin."

"Birçîbûneke plankirî û bi qestî heye"

 Birêvebirê Ajansa Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) Philippe Lazzarini, plana alîkariya ji esman wekî hewldana "balkişandinê" ya Hikûmeta Îsraîlê bi nav kir.

Lazzarini rewşa li Xezeyê jî wekî "birçîbûneke plankirî û biqestî ya komî" pênase kir.

Birêvebirê Ajansa Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî her wiha diyar kir ku 6 hezar barhilgirên tijî xwarin û pêdiviyên bijîşkî yên NYyê hene ku li Misir û Urdinê asê mane û nikarin derbasî Xezeyê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst