AMED - Galaya fîlma ‘Ji Bilî Çiyayan Şahid Nînin’ hat lidarxistin

23-09-2025
RÛDAW
Nîşan Ji Bilî Çiyayan Şahid Nînin Gala Amed Daglardan Başka Tanik Yok Kurtuluş Baştimar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Galaya yekemîn a fîlma Kurtuluş Baştimar a bi navê "Ji Bilî Çiyayan Şahid Nînin" (Daglardan Başka Tanik Yok) li Navenda Çand û Kongreyan a Sezaî Karakoç a Amedê bi eleqeyeke mezin hat lidarxistin.

Fîlma “Ji Bilî Çiyayan Şahid Nînin” behsa kuştinên kiryarnediyar, valakirina gundan û qedexeyên li Bakurê Kurdistanê dike.

Eleqeyeke mezin hat nîşandan

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, akademîsyen, nivîskar û gelek kes beşdarî galayê bûn.

Derhêner Kurtuluş Baştimar û lîstikvanên fîlmê berî nîşandana fîlmê, derketin ser dikê û wan axaftineke kurt kir.

“Ev fîlm bîreweriya dîrokê ye”

Kurtuluş Baştimar got, "Me ev fîlm li Wanê di şert û mercên dijwar ên zivistanê de girt.

'Daglardan Başka Tanik Yok' ne tenê fîlmek e, ew bîreweriya dîrokê ye.

Me ev fîlm li ser rastiyên ku li herêma me qewimîne çêkir."

Di dema nîşandanê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn û di hinek dîmenan de temaşevanan nekarîn rondikên xwe bigirin.

 Fîlma "Ji Bilî Çiyayan Şahid Nînin" bi çîroka xwe û naveroka xwe ya ronahiyê dide ser bîra civakî.

Galaya duyemîn a fîlmê dê 29ê Îlonê were lidarxistin û ji 3yê Çiriya Pêşîn ve jî dê li sînemayên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê were nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst