Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Rojhilat Azad strana xwe ya nû ya bi navê “Lo Lo Siwaro” belav kir.
Rojhilat Azadê ku bi berhemên xwe yên bi stîla xwe ya taybet di muzîka Kurdî de cîhekî girîng girtiye, ev vîdeoklîpa xwe ya nû di kanala xwe ya fermî ya YouTubeyê û platformên din de pêşkêşî hezkiriyên xwe kir.
Strana “Lo Lo Siwaro” di demeke kurt de li ser torên civakî eleqeyeke baş dît.
Gotinên strana “Lo Lo Siwaro” wisa ne:
Lo lo siwaro tê kuda herî
Oxira te bi xêr be kengê vegerî
Ezî şervan im diçim şoreşê
Ez ê vegerim dilê te geş be
Welat azad bikim jînê serfiraz bikim
Ez ê me xelas bikim paşê vegerim
Lo lo siwarê çeka te kanê
Min şêr nedîtin wek te li meydanê
Çek bawerî ye bi biryarî ye
Yê soznegirtî merivê mirî ye
Ez û tu yek in ne ji hev cuda ne
Ax ji bo welat em canfîda ne
Rojhilat Azad kî ye?
Rojhilat Azad 6ê Çileya 1986an li gundê Tirmaşînê yê navçeya Dîgorê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Piştî ku dibistana xwe ya seretayî li gundê xwe xilas kiriye, di destpêka salên 2000î de ji bo xwendina lîseyê çûye Stenbolê.
Li Stenbolê, li Lîseya Cumhuriyetê ya Uskudarê xwendiye û sala 2004an mezûn bûye.
Paşê xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Trakyayê ya Edîrneyê di beşa Ziman û Edebiyata Tirkî de, domandiye.
Piştî ku deh salan bêhnvedan daye xwendinê, sala 2017an mezûn bûye.
Kariyera Rojhilat Azad a muzîkê bi awayekî profesyonel dema ku strana xwe ya bi navê ‘Agirê Adarê’ sala 2012an tomar kir dest pê kir.
Sala 2017an albuma xwe ya yekem a bi navê 'Rêwî' derxist.
Piştî vê albumê, wî sê albumên din jî belav kirin.
Ji bilî berhemên ku wî bi xwe derxistine, gelek hunermendên din ên navdar bi dehan berhemên Rojhilat Azad xwendine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse